Ehmed Şer: Di rêkeftina ewlehiyê ya Sûriye-Îsraîlê de bipêşketin heye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer di civîneke çapemeniyê de ragihand ku di dan û standinên rêkeftina ewlehiyê yên di navbera Sûriye û Îsraîlê de bipêşketineke berbiçav çêbûye.
Şer diyar kir ku rêkeftina muhtemel dê li ser bingeha xeta cudabûnê ya Îsraîl-Sûriyeyê bê amadekirin ku sala 1974an li Girên Golanê (Colan) hatibû avakirin û got:
"Em dudilî nabin ku her biryar an rêkeftina ku xizmeta berjewendiyên Sûriye û herêmê bike, qebûl bikin."
Qedexeya li ser çekên stratejîk ên Îsraîlê
Li gorî agahiyên ku televîzyona Kanal 12ê ya Îsraîlê belav kirine, di çarçoveya rêkeftinê de azadiya tevgerê ya Hêzên Hewayî yên Îsraîlê dê li herêmê were parastin lê bicihkirina çekên stratejîk ên wekî mûşek û sîstemên parastina asmanî li ser axa Sûriyeyê dê were qedexekirin.
Hêzên Îsraîlê ev heft meh in Çiyayê Hermonê û herêmeke ewlehiyê ya bi firehiya 15 kîlometreyan li başûrê Sûriyeyê kontrol kirine.
Li vê herêmê zêdetirî 40 hezar Sûriyeyî di bin kontrola wan de ne.
Korîdora mirovî û Siwêda
Di çarçoveya rêkeftinê de, vekirina korîdoreke mirovî ya ji bo herêma Cebel Durzî ya li Siwêdayê û bêçekkirina beşa Sûriyeyê ya Girên Golanê jî tên gotûbêjkirin.
Ev biryar li ser liberçavgirtina alozî û pevçûnên li derdora civaka Durzî hatiye dayîn.
Bandora Îranê dê kêm bibe
Metnê rêkeftinê teqeziyê li ser kêmkirina bandora Îranê ya li herêmê dike û soza ku dê Sûriye bi piştgiririya Amerîka û welatên Ereb ji nû ve were avakirin jî dihewîne.
Hevdîtina girîng a li Parîsê
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî, 20ê Tebaxê li Parîsê bi Wezîrê Plansaziya Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer re civiyabû.
Di vê hevdîtina ku bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hat de, tedbîrên hevbeş ên ji bo kêmkirina aloziya li Siwêdayê û zêdekirina aramiya li başûrê Sûriyeyê hatibûn gotûbêjkirin.
"Sûriyeya nû ji bo hesabpirsîna ji Hizbulahê nayê bikaranîn"
Li gorî nûçeya Sky News Arabiayê, Şer her wiha behsa mijara Libnanê jî kir û teqez kir ku hinek kes hene dixwazin "Sûriyeya nû ji bo hesabpirsîna ji Hizbulahê bi kar bînin" lê hikûmeta nû xwe ji vê yekê dûr digire.
Ehmed Şer qala nivîsîna “dîrokeke nû” kir û biland:
"Ez li hêviyê me ku ji bo têkiliyên Libnan-Sûriyeyê dîrokeke nû binivîsim û bîrê ji mîrasa borî rizgar bikim.
Hinekan em wekî gefeke terorîst û man û nemanê nîşan dan.
Hinekan xwest Sûriyeya nû ji bo hesabpirsîna ji Hizbulahê bi kar bînin. Em ne yek ji vanan in."