Li Xezeyê leşkerekî Îsraîlê hat kuştin

25-09-2025
Nîşan Îsraîl Xeze Leşker Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di pevçûnên li Xezeyê de leşkerekî wan ê din hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Serçawîş Chalachew Shimon Demalashê 21 salî di pevçûnên li bakurê Xezeyê de hatiye kuştin.

Bi vî awayî hejmara leşkerên Îsraîlî yên ku ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve hatine kuştin derket 912an.

Hejmara leşkerên ku ji destpêka êrişên bejayî yên Îsraîlê yên 27ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve li Xezeyê hatine kuştin jî bû 466.

Li hêla din, Îsraîl êrişên xwe yên li ser bakurê Xezeyê didomîne û gelek şêniyên Xezeyê neçarî koçê dibin û berê xwe didin başûrê Xezeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst