Çav li Koşka Spî ne: Trump û Erdogan li ser Rojava û Sûriyeyê dicivin

25-09-2025
Rawîn Stêrk
Trump û Erdogan \ Wêne Vîdeo: Rûdaw
Trump û Erdogan \ Wêne Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Donald Trump Recep Tayyîp Erdogan Amerîka Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump îşev dê li Washingtonê bicivin.

Di rojeva hevdîtina "çarenivîssaz" de Sûriye, kirîna balafirên F-16an û pêwendiyên aloz ên her du welatan hene.

Kurd ji paşeroja Rêveberiya Xweser bi fikar in, mixalefeta Tirkiyeyê jî hevdîtinê wekî "bertîleke siyasî" bi nav dike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li Koşka Spî dê hevdîtineke pêk bînin.

Di rojeva hevdîtinê de ku wekî "çarenivîssaz" tê binavkirin, di serî de Sûriye û paşeroja Rêveberiya Xweser heye.

Mijarên wekî kirîna balafirên F-16 û Boeingê jî dê bên gotûbêjkirin.

Ev hevdîtin, piştî 8 mehan ji hilbijartina duyem a Trump pêk tê. Tirkiyeyê di van 8 mehan de gelek hewl da ku hevdîtin pêk were.

Di serdema yekem a serokatiya Trump de, pêwendiyên her du welatan gihiştibûn asta qutbûnê û cezayên giran aboriya Tirkiyeyê felç kiribûn.

Niha Erdogan dixwaze bi Trump re hemahengiyeke xurt ava bike da ku hem li Sûriyeyê destê wî bihêz bibe, hem jî krîzên navxweyî kêm bike.

Çavê Kurdan li Washingtonê ye

Medyaya Tirkiyeyê û Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi baldarî vê hevdîtinê dişopînin, ji ber ku paşeroja HSD û Rêveberiya Xweser yek ji mijarên sereke yên gotûbêjê ye.

Hat ragihandin ku hevdîtin ji medyayê re girtî ye û rojnamevan nikarin pirsan ji her du serokan bikin.

Mixalefet rexne dike: Ji "bertîlê" heta banga "hiqûqa biratiyê"

Partiyên mixalefetê yên Tirkiyeyê bi fikar û rexneyan hevdîtinê pêşwazî dikin.

Partiya Gel a Komarî (CHP) hevdîtinê wekî "bertîleke siyasî" bi nav dike.

Serokê CHPyê eşkere kiribû ku Erdogan kurê Trump li Stenbolê kiriye mêvan û ji bo pêkanîna hevdîtinê, soza kirîna 300 balafirên Boeingê daye.

Cîgirê Serokê CHPyê Gokhan Gunaydin jî got, “Çareserî ne bi Amerîka û Tirkiyeyê lê bi wê yekê dibe ku gelên Sûriyeyê bi xwe rûnên û sîstemekê deynin. Bi bedeldayîna kesekî aştî nayê.”

Parlamenterê DEM Partiyê Cahît Kirkazak jî bal kişand ser çareseriya navxweyî û got, “Heta ku hiqûqa biratiyê ya hezaran salan neyê sererastkirin, tu bi Trump re yan bi Putin re rûnê mesele çareser nabe.

Çareserî ew e ku em bi hev re rûnên û li çareyan bigerin.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Saadetê Cafer Guneş jî rexne li helwesta Erdogan girt û got, “Bila rûne û ji Trump re bêje ku Îsraîl qatilê zarokan e û dagirker e, bes e.

Wê demê em dê wî bi rêzdarî pêşwazî bikin û bi dil û can spasiya wî bikin.”

Lê gelo dê ev hevdîtin di encamê de bi dilê Erdogan be yan na, dê di demên pêş de diyar bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst