Îsraîl: Me li Libnanê fermandarekî Feyleqa Qudsê kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan li Libnanê fermandarekî Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê kuştiye.
Çavkaniyên tenduristiyê yên Libnanê jî ragihand ku di encama êrişa Îsraîlê de 2 kes li nêzîkî sînorê Sûriyeyê hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan fermandarekî Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Hisên Mehmûd Merşad Cewherî kiriye armanc.
Artêşê îdia kir ku ew "di Yekîneya Operasyonên Feyleqa Qudsê de terorîstekî sereke ye" (baskê operasyonên derve yên Supaya Pasdaran a Îranê).
Îsraîlê Hisên Mehmûd Merşad Cewherî bi "plandanîn û êrişkirina li ser Îsraîlê ya ji Sûriye û Libnanê ve" tohmetbar kiriye.
Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê destnîşan kir ku li bajarokê Hewş Seyîd Elî yê herêma Hermelê ya Libnanê di encama êrişeke "dijminane ya Îsraîlê" ya li ser otomobîlekê 2 kes hatin kuştin.
Bajarokê Hewş Seyîd Elî yê herêma Hermelê li nêzîkî sînorê Sûriyeyê ye.
Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Libnanê amaje bi wê yekê kir ku êriş li ser barhilgireke biçûk hatiye kirin.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ji destpêkirina agirbesta Hizbullah û Îsraîlê ya Çiriya Paşîn a 2024an ve zêdetirî 340 kes bi bombebaran û guleyên hêzên Îsraîlê li Libnanê hatine kuştin.