Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji Kurdên Yemenê re alîkarî şand

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di pêngaveke bêmînak de, alîkariyên mirovî ji Kurdên Yemenê re şand.

Ew alîkarî ji Başûrê Kurdistanê ve ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatine berhevkirin û li gundê Beytel Kurdiye ew alîkariyên mirovî li ser 140 malbatên ku bi eslê xwe Kurd in û ji berê ve li Yemenê dijîn, hatin parvekirin.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Mûsa Ehmed ji Rûdawê re ragihand, alîkariyên wan ji kelûpelên xwarinê pêk tê û ew alîkarî li malbatên li gundên ku bi eslê xwe Kurd in, tê belavkirin ku hejmara niştecihên wan gundan 700 kes e.

Yemen ji ber şer û pevçûnan di nava rewşeke pir xirab û metirsîdar de ye.

Ji ber berdewamiya şerê li Yemenê, rêjeya kesên hejar û jêr hêla hejariyê li wî welatî gelek zêde bûye û heta niha bi hezaran kes û bi taybet zarok ji ber hejarî û birçîtiyê canê xwe ji dest dane.

Tora Medyaya Rûdawê jî çend caran nûçe li ser kurdên Yemenê belav kiribûn.