Îbrahîm Kalin û Ehmed Şer civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin çû Şama paytexta Sûriyê û bi Serokê Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer re hevdîtin kir.
Medya fermî ya Tirkiyeyê, îro wêneyê hevdîtina Îbrahim Kalin û Ehmed Şer belav kir û ragihand:
“Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MÎT) Îbrahim Kalin, li paytext Şamê ya Sûriyeyê bi Serokê Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve Esehd Hesen Şeybanî re hat ba hev.”
Serokê Rêxistina Îstixbarata Sûriyeyê Enes Hattap jî beşdarî civînê bûye.
Medyaya Tirkiyê derbarê naveroka civînê tiştek belav nekiriye û ranegihandiye ziyaret bi çi armancê hatiye kirin.