Îsraîlê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê derbarê rewşa Kurdên li Sûriyeyê peyamek belav kir û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kêmîneyan.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Kurdên li Sûriyeyê tenê ji ber nasnameya xwe rastî zext û zoriyan tên.
“Kurd rûbirûyî koçberiyê dibin”
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Dema ku cîhan nîqaşa sernavan dike, kêmîne di bêdengiyê de tên tunekirin.
Kurdên li Sûriyeyê rûbirûyî koçberî, zext û tundiyê dibin. Tenê ji ber ku ew kî ne.”
“Bêdengî ne bêalîbûn e”
Di dawiya peyamê de bal hat kişandin ser gerdûniya mafên mirovan û hat gotin:
“Mafên mirovan ne bijartî ne. Bêdengî ne bêalîbûn e.”
While the world debates headlines, minorities are erased in silence.
— Israel Foreign Ministry (@IsraelMFA) January 26, 2026
Kurds in Syria face displacement, repression and violence. Just for who they are.
Human rights are not selective.
Silence is not neutrality. pic.twitter.com/KTRcQaoOf8