Stratejiya nû ya Amerîkayê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Di lêkolînekê nû ya Navenda Lêkolînan a Rûdawê de, xalên giştî yên stratejiya Amerîkayê hatin destnîşankirin. Serokê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Dr. Azad Elî jî dibêje, Amerîka giringiyeke zêde dide hêzên Kurdî û Rojavayê Kurdistanê.

 

Serokê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Dr. Azad Elî îro di bultena taybet bi Rojavayê Kurdistanê de amade bû û li ser stratejiya nû ya Amerîkayê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê axivî.

 

Dr. Azad Elî beşek ji zanyariyên wê lêkolîna ku li ser stratejiya Amerîkayê li Sûriyê ji aliyê Navenda Lêkolnînan a Rûdawê hatiye encamdan, aşkere kir.

 

Bi gotina Dr. Azad Elî pêc xalên sereke di stratejiya Amerîkayê ya ji bo Sûriyê de hene û wiha behsa wan xalan kir:

 

 

Xala Yekem: Zêdekirina hêzên Amerîka li bakurê Sûriyê

 

Hejmara hêzên Amerîkî li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê gihaye 1000 serbazî û biryar e 1000 serbazên din jî bişîne rojavayê Kurdistanêû bakurê Sûriyê.

 

Xala Duyem: Damezrandina binkeyên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê

 

Binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê hatine damezrandin û têne berfirehkirin. Yek ji wan bingeha li Kobanî ye, li gundê Xerab Hişkê, ya din li Rimêlan, herwiha li Eyn Îsa jî, bingeheke leşkerî ya Amerîkî heye.

 

Xala Sêyem: Bicihkirina topxaneya Amerîka

 

Amerîka topxaneya giran li bakurê Sûriyê bicih kiriye û ew topxane di topbarankirina cih û binkeyên DAIŞê de tê bi kar anîn.

 

Xala Çarem: Rawestandina pêşveçûna Tirkiyê û hikûmeta Sûriyê

 

Hêzên Amerîka rê li pêş opozisyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê girt da ku derbasî nav bajarê Minbic nebin. Herwiha, Amerîka hêzên xwe bi Helîkopteran daxistin rojavayê Tebqayê da ku hêzên hikûmeta Sûriyê û hevalbendên wê nikaribin ber bi Reqa ve pêşde biçin.

 

Xala Pêncem: Girîngiriya hêzên Kurdî ji bo Amerîkayê

 

Amerîka alîkariyên xwe ji bo HSD, ku YPG hêza wê ya sereke ye, zêde kiriye û tekez dike ku ew hêz li bakur û rojhilatê Sûriyê di şerê DAÎŞê de wê roleke sereke bilîze.