Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku di êrişa moşeka balîstîk a ku ji xaka Yemenê li dijî paytexta Erebistana Siûdiyê bajarê Riyadê hat kirin de kesek hat kuştin, 2 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Erebistana Siûdiyê, Berdevkê Çapemeniyê yê Parastina Sivîlan li herêma Riyadê Mûhemmed el-Hemadî, diyar kir ku moşekên balîstîk ên ku ji Yemenê li dijî Riyadê hatin agirkirin, li hewa hatin jinavbirin, lêbelê perçeyên wê li deverên cuda yên paytext ketin xwarê.
Hemadî diyar kir ku perçe bi ser maleke ku tê da çend kesên ji Misirê rûdinên de ket xwarê, di encamê de jî kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Di vê navberê da Serheng Turkî el-Malîkî Berdevkê Hevpeymana ku Erebistana Siûdî serkêşê wê ye, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ji xaka Yemenê li dijî Erebistana Siûdî 7 fuzeyên balîstîk hatin agirkirin, lêbelê Hêzên Parastina Asmanî yên Erebistana Siûdiyê ew li hewa ji navê birin.
Malîkî destnîşan kir ku ji fuzeyan 3 jê li dijî Riyadê, yên mayîn jî li dijî herêmên nêzîkî sînor hatin agirkirin û wiha go: "Ev êrişên dijminane yên Hûsiyan didin nîşan ku alîkariya Îranê ya ji bo wan dewam dike."
Malîkî herwiha diyar kir ku li dijî bajar û warên sivîl, emilandina moşekên balîstîk ên bi vî rengî li dijî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse