Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî ragihand ku wan şeva borî li herêmên rojhilatê welêt 30 êrişên bi dronan têk birine.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dronan herêma rojhilatê welêt kiribû hedef lê sîstemên parastinê hemû dron tune kirin.
Li gorî daxuyaniyê, pergalên parastina asmanî yên Siûdiyê rê li ber hemû dronan girtiye û ew berî ku bigihîjin armanca xwe xistine.
Çavkaniya êrişan ne diyar e
Di daxuyaniyan de derbarê çavkaniya êrişan û ti agahî nehatin parvekirin.
Wezareta Parastinê berê di daxuyaniyeke din de ragihandibû ku wan 12 dron asteng kirine ku herêma rojhilat kiribû hedef.
Lê piştî zêdebûna êrişan ev amar hat nûkirin û hat eşkerekirin ku hejmara dronên xistî gihiştiye 30î.
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ji 28ê Sibatê ve didome û Îran êrişî welatên li Kendavê jî dike ku Erebistana Siûdî jî di nav wan de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse