Medyaya Îranê: Nexşeyên Siûdî û Kuweytê li ser maseya artêşê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku nexşeya binesaziya stratejîk a Erebistana Siûdî û Kuweytê li ser maseya Hêzên Çekdar ên Îranê ye.
Malpera nûçeyan a “Hemşehrî” ya ku li Îranê weşana xwe dike, daxuyaniyên rayedarekî Îranî belav kirin ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin.
Wî rayedarî derbarê rewşa dawî hinek nirxandin kirin.
Lîsteya hedefên stratejîk
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku eger "gaveke dijminane" were avêtin, gelek cihên stratejîk di lîsteya armancên tolhildanê de cih digirin.
Li gorî amaran, herêma petrolê ya hevpar a Kuweyt-Erebistana Siûdî, parzêngehên petrolê yên Wefre û Burganê, santralên enerjiyê yên El-Zor û Şuaybeyê û gelek cihên din ên stratejîk di wê lîsteyê de ne.
Îran: Em di amadebaşiyê de ne
Hat destnîşankirin ku Îran li beramberî her êrişa stratejîk a ku dibe ji aliyê Amerîka yan Îsraîlê ve were kirin di rewşa amadebaşiyê de ye.
Rayedarên Îranî destnîşan kir ku wan ji bo bersivdayîna her cure êrişan nexşeyên xwe amade kirine û hêzên wan li ser sînor û li herêmê bi baldarî çavdêriyê dikin.