Kuweytê 2 dron xistin

1 demjimêr berê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Parêzvanên Neteweyî ya Kuweytê ragihand ku wan li herêman ku hêzên wan berpirsê parastina ewlehiya wan in, 2 dron dane erdê.

Serokatiya Parêzvanên Neteweyî ya Kuweytê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li wan deverên ku hêzên wan li wan erkdar in 2 dron hatine xistin.

Hat destnîşankirin ku ev çalakî di çarçoveya xebatên ji bo xurtkirina ewlehiyê, parastina cihên stratejîk ên jiyanî û rûbirûbûna gefên gengaz de hatiye kirin.

Bangî welatiyan hat kirin

Di daxuyaniyê de bangî welatiyan hat kirin ku ji bo ewlehiya giştî li gorî rêwerzên saziyên pêwendîdar tevbigerin û pêbendî rênimayên ewlehiyê bin.

Serokatiyê derbarê çavkaniya dronan ti agahî parve nekirin.

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ji 28ê Sibatê ve didome û Îran êrişî welatên li Kendavê jî dike ku Kuweyt jî di nav wan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst