Li Libnanê leşkerekî Îsraîlê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku li başûrê Libnanê di şer de leşkerekî wan hatiye kuştin.

Artêşê diyar kir ku wan malbata wî leşkerî agahdar kiriye.

Artêşê eşkere kir ku navê wî Ori Greenberg e û ew 21 salî ye.

Ew di yekîneya keşfê ya Lîwaya Golaniyê de erkdar bû û di dema şerê li başûrê Libnanê de hatiye kuştin.

Artêşê berê diyar kiribû ku doh di encama gulebarana hawanê ya ji Libnanê de leşkerekî wan birîndar bûye.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê

Piştî Hizbulahê 2yê Adarê êrişî Îsraîlê kir, Îsraîlê jî bi êrişên asmanî Libnan bombebaran kir.

Her wiha Îsraîlê li başûrê Libnanê dest bi operasyoneke bejayî jî kir.

Rayedarên Libnanê dibêjin ku ji wê demê ve di êrişên Îsraîlê de herî kêm 1094 kes hatine kuştin û 3 hezar û 119 kes jî birîndar bûne.