کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: AFP

Wêne: AFP

Rojhilata Navîn

Îsraîl: Di êrişên Îranê de 6 kes birîndar bûn

RÛDAW

RÛDAW

26-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku pergalên wan ên parastinê bersiva êrişên mûşekî yên Îranê daye.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, ji ber êrişan 6 kes bi sivikî birîndar bûne û li çend cihan zererên madî çêbûne.

Berdevkê Dezgeha Hawarçûnê ya "Magen David Adom"ê ragihand ku tîmên wan 6 kesên ku ji ber bandora teqînan bi sivikî birîndar bûbûn tedawî kirine.

Berê jî heman dezgehê ji radyoya fermî ya Îsraîlê re ragihandibû ku li bajarê Kefr Qasimê yê li navenda Îsraîlê zerer gihîştiye çend xaniyan.

Serokê Şaredariya wî bajarî Heysem Teha diyar kir ku zerer ji ber ketina "bombeyên komikî" (cluster bombs) çêbûye.

"Mûşek ji axa Îranê hatine avêtin"

Artêşa Îsraîlê amaje pê kir ku tîmên hawarçûnê yên navxwe çûne cihê ketina mûşekan a li "navenda Îsraîlê."

Artêşê di nava 90 xulekan de sê daxuyaniyên cuda belav kirin.

Di daxuyaniyan de tekezî li ser wê hate kirin ku "çend mûşek ji axa Îranê ve ber bi axa dewleta Îsraîlê ve hatine avêtin."

Di daxuyaniyan de hat gotin, "Pergalên parastinê ji bo rûbirûbûna metirsiyê çalak in." Piştre destûr hate dayîn ku welatî ji sitargehan derkevin.

Dengê zengilên hişyariyê li piraniya herêmên navenda Îsraîlê, Qudsê û li niştecihên li Şerieya Rojava hat bihîstin.

Her wiha li Tel Evîvê jî dengê çend teqînan hate bihîstin.

Hizbulahê jî êriş kir

Ev êriş piştî 14 saetan ji êrişa dawî ya mûşekî ya Îranê ya li ser Îsraîlê pêk hatin.

Hevdem şeva borî ji Libnanê jî mûşek barandin ser navenda Îsraîlê.

Hizbulaha Libnanê berpirsyariya zincîreyek êrişên li ser baregehên leşkerî girt ser xwe.

Medyaya Îsraîlê amaje pê kir ku li asmanê wê deverê 6 mûşek hatine rûxandin.

Pirsên