Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya operasyona li Îranê de, heta niha zêdetirî 200 keştî û balafirên barhilgir çek û teqemenî veguhestine Îsraîlê.
Her wiha artêşa Îsraîlê diyar kir ku tabûrên Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ji bo ku şer bidome pêdiviyên leşkerî dabîn dikin.
Fermandarekî artêşa Îsraîlê yê berpirsê tabûra veguhestina ewle ya Wezareta Parastinê daxuyaniyek da û ragihand:
"Ji destpêka operasyonê ve tîmên me bi şev û roj dixebitin.
Di hemû şertên avhewayê de û carinan jî di bin bombebaranê de, em wan teqemeniyan werdigirin ku ji bo artêşê tên."
Zêdetirî 200 keştî û balafir gihîştine
Fermandarê Îsraîlî eşkere kir ku heta niha zêdetirî 200 keştî û balafir gihîştine.
Wan keştî û balafiran kel û pelên leşkerî, çek û teqemenî ji bo eniyên şer birine û da zanîn:
"Hemû ev hewl ji bo wê yekê ne ku em piştrast bin ku dê operasyonên me yên leşkerî bê rawestan bidomin."
15 hezar bombe hatine avêtin
Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û Îranê jî bi mûşek û dronan bersiva wê êrişê da.
Wekî beşek ji bersiva xwe, Îranê bi heman awayî êrişî welatên Kendavê jî kir.
Li gorî artêşa Îsraîlê, ji destpêka şer ve wan herî kêm bi 15 hezar bombeyan êrişî armancên leşkerî yên li Îranê kiriye û ew dê êrişên xwe bidomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse