Hewlêr (Rûdaw) - Tom Barrack ragihand ku Sûriye niha derfeta herî mezin a jeopolîtîk e û got, "Sûriye bûye welatê herî aram ê Rojhilata Navîn."
Ev yek piştî guherîneke dîrokî hat ku di civîneke şevê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê demkî yê Ehmed Şer a li Riyadê çêbû.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack destnîşan kir ku çîroka îro ya Sûriyeyê çîroka serkirdayetiyeke bêhempa ye û ev yek di bin siya Ehmed Şer û tîma wî de bi pêş ketiye.
Barrack da zanîn ku wan ji bo danîna pencemoreke nû ya dîrokî ev serkêşî kir.
Civîna dîrokî
Tom Barrack li ser Sûriyeyê zêdetir axivî û anî ziman:
"Vê pêvajoyê meha Hezîranê dest pê kir.
Wê demê Serok Trump li Riyadê ji balafira xwe peya bû.
Şehzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman ji Trump re got ku ew dixwaze wî bi kesekî bide naskirin."
Barrack diyar kir ku demjimêr 00:45ê Ehmed Şer gihîşt cem Trump û da zanîn:
"Li wir yekser telefonî Serok Erdogan hate kirin.
Serok Trump tenê di nava 96 xulekan de, li ser bingeha hestkirina bi rewşa herêmê biryar da.
Trump got, 'derfetê bidin Sûriyeyê û vî xortî'."
Çareseriya Tengava Hurmizê û Deryaya Sor
Balyozê Amerîkayê diyar kir ku pîşesaziya enerjiyê ya li herêmê guheriye, berê "pêşîniya dabeşkirinê" hebû lê niha "pêşîniya ewlehiyê" heye.
Wî tekez kir ku ji ber pirsgirêkên Tengava Hurmizê û Deryaya Sor, pêwîstiya cîhanê bi "deriyekî piştê" heye.
Li gorî wî, ji aliyê cografî û jeopolîtîk ve tenê Sûriye dikare bibe çareseriya cihgir.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack got:
"Heke berî 15 mehan kesekî bigota dê Sûriye bibe welatê herî aram ê herêmê kesî jê bawer nedikir."
Dûrbûna ji xeletiya kujer a Îraqê
Tom Barrack bal kişand ser stratejiya nû ya îdarî ya Sûriyeyê û got:
"Yek ji karên girîng ên Ehmed Şer û tîma wî ew bû ku wan li tecrubeya Îraqê nihêrî.
Wan xwest heman xeletiyê ducare nekin."
Wî eşkere kir ku wan wekî Îraqê hemû karmend ji kar dernexistin.
Wan pergal parast û xelk li ser postên wan hiştin.
Her wiha wan ji bo dîzaynkirina Sûriyeyê serkirdeyên herî baş ên cîhanê anîn.
Bidawîbûna Qanûna Qeyser û vegera bankan
Li ser mijara cezayan, Barrack mizgîniyek da û diyar kir ku piraniya cezayên giran di nava 12 mehên borî de nemane. Nemaze Qanûna Qeyser bi dawî bûye.
Tenê cezayekî hindik maye ku ew jî bi pirsa "piştgiriya terorê" ve girêdayî ye.
Barrack pêşbînî kir ku dê ew jî di demeke nêzîk de bi dawî bibe.
Her wiha wî qala çalakkirina hesabên banka federal û başbûna pergala bankî û diravî kir.
Wî ev yek wekî bingeha baweriyê ya ji bo sermayedaran nirxand.
Projeya Çar Deryayan û navenda enerjiyê ya cîhanê
Balyozê Amerîkayê di beşeke din a axaftina xwe de qala Projeya Çar Deryayan kir.
Ev proje bermahiyeke desthilata Beşar Esed bû lê ew dê niha bibe xala girêdanê ya di navbera Kendav, Deryaya Qezwîn, Deryaya Navîn û Deryaya Reş de û got:
"Dê Tirkiye û Sûriye bibin navenda sereke ya dabeşkirina enerjiyê ya hemû cîhanê."
Rûbirûbûna milîsan û paşerojeke nû
Tom Barrack di dawiyê de eşkere kir ku qonaxa herî dijwar a birêkxistina jeopolîtîk bi dawî bûye û ragihand ku dê Washington li Sûriyeyê şerê xwe yê klasîk ê li dijî Hizbullah, Husî, Hemas û milîsên Îraqê nedomîne.
Lê niha her tişt ji nû ve hatiye birêkxistin, armanc ew e ku rê ji bo jîriya akademîk, enerjî û destpêşxeriya bazirganiyê were xweşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse