Axios: Îsraîlê pergela parastina asmanî û leşker şandin Îmaratê

Hewlêr (Rûdaw) - Tê îdiakirin Îsraîlê pergala parastina asmanî ya Qubeya Hesinî û leşker şandine Îmaratê.

Malpera nûçeyan a Axiosê ya Amerîkayê li ser mijarê raporek belav kir.

Axiosê agahiyên xwe spartin du rayedarên Îsraîlî û rayedarekî Amerîkî ku nexwestine navên wan werin eşkerekirin.

Li gorî nûçeyê, di dema şer de hevkariya leşkerî, ewlehî û îstixbaratî ya di navbera Îsraîl û Îmaratê de gihîştiye asta herî bilind.

"Îranê herî zêde êrişî Îmaratê kir"

Hat îdiakirin ku Îranê ji welatên din ên herêmê zêdetir Îmarat kiriye armanc.

Vê rewşê jî wiha kiriye ku birêvebiriya Ebû Dabiyê ji hevalbendên xwe alîkariyê bixwaze.

Rayedaran ji Axiosê re ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Îmaratê Mihemed bin Zayid Al Nehyan di rojên ewil ên şer de hevdîtinek kiriye.

Fermana şandina Qubeya Hesinî

Li gorî îdiayê, Netanyahu piştî vê hevdîtinê ferman daye artêşa Îsraîlê ku bataryeyeke Qubeya Hesinî bişîne Îmaratê.

Her wiha Netanyahu ferman daye ku bi dehan leşkerên Îsraîlî jî werin şandin da ku vê pergalê bi kar bînin.

"Îmarat welatê yekem e"

Rayedaran destnîşan kir ku piştî Amerîka û Îsraîlê, Îmarat welatê yekem e ku Qubeya Hesinî lê tê bikaranîn.

Ew rayedar îdia dikin ku Qubeya Hesinî li Îmaratê rê li ber bi dehan mûşekên Îranê girtiye.

Rê li ber bi hezaran dron û mûşekan hat girtin

Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihandibû ku ji 28ê Sibatê anku ji destpêka êrişên Îranê ve pergalên wan ên parastina asmanî rûbirûyî gelek êrişan bûne.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, pergalên parastinê rê li ber 550 mûşekên balîstîk û kruzê û zêdetirî 2 hezar û 200 dronan girtiye.

Heta niha rayedarên Îmarat û Îsraîlê li ser îdiayên Axiosê ti daxuyanî nedane.