Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Hikûmeta Demkî li Misir, Hazim Biblwaî ragihand ku gelê Misirê daxwaz ji Ebdulfetah el-Sîsî dike ku xwe ji bo posta Serokatiya welat kandîd bike.
Hazim Biblawî di çavpêkeftineke televîzyonî de di çarçoveya beşdariyê di Korbenda Davos ya Aboriya Cîhanî, got ku gelê Misirê guvaşeke mezin dixe ser tîma Ebdulfetah el-Sîsî da beşdarî hilbijartinên serokatiya welat bibe û wiha da zanîn “Ji ber ku Sîsî zilamekî ciwan û bihêze piraniya jinên Misrê deng didinê”.
Ev daxuyaniya Biblawî bûye cihê henke pê kirin û rexneyan li ser torên civakî.
Her wek henek pê kirine hinê kesekî li ser Facebookê nivîsîne: “Eger ciwan pîvan be bo danîna serokomarê Misirê, bila em lîstikvanê ciwan George Clooney bikin serokomarê xwe”.
Di 30ê Hizêrana sala borî de û piştî derketina xwepêşandanan li Misirê li dijî desthilata Îxwan Mislimîn, Wezîrê Berevaniyê yê Misirê, Ebdulhetah el-Sîsî dawî bi desthilata Îxwan Misilmîn anî û Serokê welat Mihemed Mursî ji ser karê wî dûrxist û ew radestî dadgehê kir, û niha Mursî û çendîn serkirdeyên din yên Îxwan Misilmîn tên dadgehkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse