Hizbulah: Em di şerê Amerîka û Îranê de bêalî namînin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Naîm Qasim ragihand ku her êrişeke li ser Tehranê dê wekî êrişeke li ser wan were dîtin û got ew dê di şerekî gengaz de "bêalî nemînin".

Naîm Qasim her wiha hişyarî da ku her hewldaneke sûîqestê ya li dijî serkirdayetiya Îranê dê cîhanê ber bi nearamiyê ve bibe.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Naîm Qasim di gotareke televîzyonî de got, "Li hemberî êrişkariyeke ku cudahiyê naxe navbera me de, her êrişeke li ser Îranê tê wateya hedefgirtina me û em di mijara parastina xwe de biryardar in."

Naîm Qasim hişyarî da ku şerekî nû yê li dijî Îranê dê "agir berde tevahiya herêmê".

Qasim da zanîn ku bi rêya navbeynkaran pirsa "gelo di şerekî gengaz ê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de Hizbulah dê destwerdanê bike yan na" ji wan hatiye pirsîn û got wan ev bersiv daye:

"Ji me xwest ku em soz bidin ku em dê destwerdanê nekin. Lê belê em bêalî namînin, ka em dê kengî û çawa bersivê bidin, dê li gorî berjewendiyên me yên li qadê were diyarkirin."

Ev daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê Hizbulahê piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên hefteya borî hatin.

Trump ragihandibû ku "keştiyên şer" ber bi Kendavê ve diçin û gef xwaribû ku eger Îran hewla sûîqestê li dijî serkirdeyên Amerîkayê bide, dê Îran ji ser nexşeyê were rakirin.

Naîm Qasim behsa gefên li dijî rêberê Îranê Elî Xamineyî jî kir û got, "Sûîqesteke li dijî Xamineyî, tê wateya hedefgirtina aramiya herêmî û cîhanî."

Alîgirên Hizbulahê hevdemî gotarê, li taxên başûrê Beyrûtê derketin ser cadeyan û dirûşmên "mirin ji bo Amerîkayê" berz kirin.

Tevî agirbesta ku meha Çiriya Paşîn a 2024an hatibû ragihandin jî Îsraîl êrişên xwe yên li ser xalên Hizbulahê yên li Libnanê didomîne.