Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya balafiran a herî mezin a Amerîkayê USS Gerald R. Ford gihişt peravên Îsraîlê.
Televîzyona Kanal 12yê ya Îsraîlê ragihand ku keştiya Amerîkayê gihiştiye ber peravên wî welatî.
Artêşa Amerîkayê heta niha li ser mijarê daxuyaniyeke fermî nedaye.
Beriya niha hatibû ragihandin ku keştî ji bo îhtimala operasyoneke li dijî Îranê ber bi Deryaya Spî ve bi rê ketiye.
20 balafirên sotemeniyê şandin
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku hatina keştiya balafiran, piştî ku şeva pêncşemê 20 balafirên sotemeniyê yên Amerîkayê li Îsraîlê danîn pêk hat.
Tê gotin ku ev veguhastin beşek ji komkirina hêzên leşkerî yên Amerîkayê ya li herêmê ye ku li dijî îhtimala operasyoneke leşkerî ya beramberî Îranê tê kirin.
Du keştiyên balafiran li herêmê ne
Li aliyê din, birêvebiriya Washingtonê hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn zêde dike.
Niha li herêmê ji bilî USS Gerald R. Ford, keştiya balafiran a bi navê USS Abraham Lincoln, 9 keştiyên şer “destroyer”ê û 3 keştiyên din ên şer hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse