Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên rûdanên herêmî û navneteweyî nirxandin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên peywendiyeke telefonî pêk anî.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Hisên li ser dan û standinên nukleerî yên Îranê û Amerîkayê axivîn.
Her du wezîran di hevdîtinê de rûdanên herêmî û navneteweyî nirxandin.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê rê li ber zêdebûna aloziyan were girtin û herêm ji metirsiya şer were parastin.
Mijara sereke civînên Cenevreyê bûn
Wezaretê ragihand ku mijara sereke ya hevdîtinê encamên dan û standinên dawî yên Cenevreyê bûn.
Li gorî daxuyaniyê, Ebas Eraqçî derbarê rewşa dan û standinan, naveroka mijaran û pêngavên bê de agahî dan Fuad Hisên.
Her wiha behsa dema civînên komîteyên teknîkî jî hat kirin.
Fuad Husên spasiya hevtayê xwe kir û kêfxweşiya xwe ji bo bipêşketinên li Cenevreyê anî zimên.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê got, "Diyalog ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya herî baş û guncav e."
"Diyalog tenê rêya çareseriyê ye"
Wezareta Karên Derve ya Îraqê diyar kir ku her du wezîran tekezî li ser parastina aramiya herêmê kirine.
Aliyan li hev kir ku "dan û standin ji bo çareseriya pirsgirêkan tenê rê ye."
Her wiha hat destnîşankirin ku divê ji bo dûrxistina herêmê ya ji şer û pevçûnan hemû hewl bên dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Fuad Husên û Ebas Eraqçî li ser wê yekê li hev kiriye ku "di vê qonaxa hestiyar de di navbera Bexda û Tehranê de koordînasyon û şêwirîna berdewam hebe."
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Eraqçî derbarê dan û standinên nukleer ên bi Amerîkayê re agahî dane hevtayê xwe yê Îraqî.
Her du wezîran ji bo parastina aştî û aramiya herêmê bal kişand ser girîngiya berdewamiya şêwirîna welatên herêmê.
Gera sêyem bi dawî bû
Doh gera sêyem a dan û standinên nukleer ên di navbera Îran û Amerîkayê de li Cenevreyê bi dawî bû.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî gotibû ku dan û standin cidî û demdirêj bûn û "bipêşketineke baş çêbûye."
Eraqçî diyar kiribû ku Tehranê daxwazên xwe yên li ser dosyeya nukleer û rakirina dorpêçan bi zelalî pêşkêşî aliyê Amerîkayê kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse