Pêşhatên dawî yên şerê li Îranê
Hewlêr (Rûdaw) - Şerê li Îranê derbasî qonaxeke nû ya dîplomatîk û leşkerî bû. Serokê Amerîkayê Donald Trump dema daxwazên xwe yên ji bo Tehranê dirêj kir.
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê li ser kêmiya leşkeran a li eniya Libnanê hişyarî dide.
Îranê jî ji bo parastina paytexta xwe dest bi çekdarkirina zarokan kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihand ku wî êrişên leşkerî yên li santralên elektrîkê û binesaziya enerjiyê ya Îranê 10 rojan dan rawestandin.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê nivîsî:
"Ez dema wêrankirina santralên enerjiyê heta roja Duşemê, 6ê Nîsana 2026an saet 20:00an [03:00 bi dema Hewlêrê] bi paş dixim."
Serokê Amerîkayê tekez kir ku dan û standinên li gel Komara Îslamî ya Îranê "gelekî baş didomin" û got, "Derbên giran li Îranê ketine û niha ji bo peymanekê li ber me digerin."
Trump her wiha eşkere kir ku destdanîna ser petrola Îranê li ser maseyê wekî "bijardeyekê" maye.
Ev yek jî mîna wê pêvajoyê ye ku Washingtonê li Venezuelayê piştî rûxandina Nicolas Maduro pêk anî.
Rewşa li eniya Libnanê û Îsraîlê
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê ragihand ku ji bo berdewamiya operasyonên li başûrê Libnanê û avakirina "herêmeke tampon," pêdiviya wan bi hêzên zêdetir heye.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Jeneral Iffy Defrin got:
"Eniya Libnanê û herêmên parastinê pêdivî bi hêzên zêdetir hene."
Wî anî ziman ku artêş niha li çendîn eniyên din ên wekî Şerîeya Rojava, Xeze û Sûriyeyê jî di nav şer de ye.
Artêşa Îsraîlê kuştina leşkerekî xwe yê din li başûrê Libnanê ragihand.
Bi vê yekê hejmara leşkerên Îsraîlê yên ku ji 2yê Adarê ve hatine kuştin gihîşt 4 kesan.
Mixalefeta Îsraîlê: Karasateke ewlehiyê heye
Serokê mixalefeta Îsraîlê Yair Lapid êrişî hikûmetê kir û ragihand ku welat ber bi "karasateke ewlehiyê" ve diçe û got:
"Hikûmetê artêş bi stratejiyeke kêm û leşkerên kêm şandiye şerê çend eniyan.
Wan artêş di nav qada şer de bi birîndarî bi tenê hiştiye."
Hizbulahê jî ji bo cara sêyem hemû ew tohmetên ku dibêjin şaneyên wan li Kuweytê hene, red kirin.
Li Tehranê zarokên 12 salî çekdar dikin
Doh bi şev sê teqînên bihêz li herêmên bakurê Tehranê hatin bihîstin.
Berî teqînan dengê balafirên şer li asman hatibû bihîstin lê hîn cihê teqînan nehatiye eşkerekirin.
Di pêşhateke nû de, berpirsekî Supaya Pasdaran ji televizyona fermî ya welatê xwe re ragihand ku wan dest bi çekdarkirina zarokên 12 salî kiriye.
Armanc ew e ku ev zarok li Tehranê li xalên kontrolê bisekinin û erkên ewlehiyê bi cih bînin.
Şêniyên Tehranê dibêjin wan hinek ciwan bi kincên sivîl û bi çekên keleşnîkovê li xalên kontrolê dîtine.
Li aliyê din, Banka Cîhanî ragihand ku ew amade ne alîkariya darayî ya bilez û mezin bidin wan welatên ku ji ber şerê li Îranê rastî krîza aborî an jî krîza sotemeniyê hatine.