کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Leşkerên Amerîkayê / Wêne: Arşîv

Leşkerên Amerîkayê / Wêne: Arşîv

Rojhilata Navîn

Amerîka dê 10 hezar leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn?

RÛDAW

RÛDAW

27-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW27-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Raporek qal dike ku Pentagon li ser şandina nêzîkî 10 hezar leşkerên din ên bejayî ji bo Rojhilata Navîn hûr dibe.

Ev gav ji bo wê yekê ye ku bijardeyên leşkerî yên zêdetir li ber destê Donald Trump bin, di demekê de ku Serokê Amerîkayê mijûlî nirxandina derfetên aştiya li gel Tehranê ye.

Berpirsên Wezareta Şer a Amerîkayê ku ji planan agahdar in, ji rojnameya Wall Street Journalê re gotine ku Wezaret dixwaze bi şandina van 10 hezar leşkerên nû, pêgeha leşkerî ya Amerîkayê li herêmê bi hêz bike.

Ev di demekê de ye ku Donald Trump berê ragihandibû ku wî êrişên li ser sektora enerjiyê ya Îranê heta 10 rojên din bi paş xistine da ku derfet ji bo dan û standinên aştiyê çêbibe.

Gava Trump dibêje dirêjkirina vê demê li ser daxwaza Tehranê bi xwe bûye, navbeynkarên dan û standinên aştiyê vê agahiyê red dikin. Ew dibêjin Îranê daxwaza dema zêdetir nekiriye.

Trump bal kişand ser wê yekê ku Îranê rê daye çend keştiyên petrolê yên Pakistanê ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin.

Trump ev yek wekî "diyariyekê" ji bo Amerîkayê û nîşaneya cidiyeta Tehranê ya di dan û standinan de bi nav kir.

Hikûmeta Pakistanê ragihand ku Amerîka û Îran bi rêya guhertina nameyan, mijûlî dan û standinên nerasterast in.

Tehran niha li ser wan pêşniyaran hûr dibe ku ji aliyê Washingtonê ve hatine pêşkêşkirin.

Kuştina fermandarê Supaya Pasdaran

Li eniya leşkerî, Îsraîlê ragihand ku di êrişên asmanî yên doh bi şev de, wan fermandarê hêza deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê kuşt.

Îsraîl dibêje ev fermandarê berpirsyariya rasterast di danîna mayînan û girtina Tengava Hurmizê de hebû.

Di heman demê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bangî hemû karmendên hêza deryayî ya Îranê kir ku bingehên xwe biterikînin, nexwe dê bi mirinê re rûbirû bimînin.

Li ser asta siyaseta navxwe ya Amerîkayê, Komîteya Hêzên Çekdar a Senatoyê plan dike ku rûniştina yekem a guhdariya giştî li ser şerê îdareya Trump ê li dijî Îranê li dar bixe.

Biryar e ev rûniştin di nîvê meha Nîsanê de û piştî vegera senatoran a ji bêhnvedana biharê were lidarxistin.

Pirsên