Îmarat Hêza Parastina Hurmizê ava dike?

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Welatên Kendavê Amerîka Îran Îmarat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeya rojnameya Financial Timesê, Îmaratê ji hevalbendên xwe re ragihand ku ew amade ye di nav hêzeke deryayî ya navneteweyî de cih bigire da ku Tengava Hurmizê veke.

Her wiha, 4 jêderên agahdar ji ajansa Reutersê re eşkere kir ku Welatên Kendavê ji Amerîkayê re gotine; tenê bidawîkirina şer bes nîne û divê şiyana mûşekî û drona ya Îranê bi temamî were sînordarkirin.

Avakirina 'Hêza Parastina Hurmizê'

Îmaratê ji Amerîka û Welatên Rojava re ragihand ku ew dê ne tenê beşdar bibe lê belê hêza xwe ya deryayî jî ji bo vekirina tengavê bi kar bîne.

Jêderekî ji rojnameyê re got, "Armanc ne şerê li gel Îranê ye lê Îranê şerê aboriya cîhanê ragihandiye û divê cîhan helwestekê nîşan bide."

Îmarat û Behreyn niha li ser projebiryarekê li Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dixebitin da ku rewayetiyê bidin vê hêza nû ya bi navê "Hêza Parastina Hurmizê.”

Armanca vê hêzê parastina keştiyan û şikandina wê ambargoyê ye ku bihayê petrolê bilind kiriye.

Wezîrê Pîşesaziya Îmaratê Siltan Cabir li Washingtonê bi Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance re civiya û got, "Îranê Tengava Hurmizê kiriye rehîne û hemû cîhan baca wê dide."

Aştiyeke sade bes nîne

Balyozê Îmaratê yê li Amerîkayê Yousef Otaiba, di gotarekê de ji bo Wall Street Journalê nivîsî, "Tenê agirbesteke sade bes nîne.

Pêdiviya me bi encameke biryardar heye ku hemû gefên Îranê çareser bike, şiyana atomî, mûşek, dron, komên terorîst ên wekîl û girtina rêyên deryayî."

Otaiba diyar kir ku her rêkeftinek tenê şer rawestîne û van pirsgirêkan çareser neke, tê wateya taloqkirina krîza paşerojê.

Dubendiya Welatên Kendavê

Li gorî Reutersê, di nav Welatên Kendavê de du nêrîn hene. Qeter, Uman û Kuweyt ji ber encamên aborî û tolehildana Îranê daxwaza bidawîkirina bilez a şer dikin.

Îmarat, Erebistana Siûdî û Behreyn amade ne li ber xwe bidin da ku piştî şer Îran careke din nikaribe Hurmizê wekî kaxezekî zextê bi kar bîne.

Şêwirmendê Serokê Îmaratê Enwer Qerqaş diyar kir ku êrişên Îranê bûne sedema havelbendiyeke ewlehiyê ya kûrtir di navbera Îmarat Washingtonê de.

Sekreterê Giştî yê Encumena Hevkariya Kendavê Casim Budêwî jî ragihand ku Îranê bi encamdana 5,000 êrişên mûşekî û dronî "hemû sînor derbas kirine."

Metirsiya êrişa ser Girava Xarkê

Reutersê eşkere kir ku Donald Trump lêkolîn dike ka hêza bejayî bişîne ser Girava Xarkê yan na ku ji sedî 90ê hinartina petrola Îranê di wir re ye.

Tehranê hişyarî da ku her welatê alîkariya êrişeke wilo bike dê bibe armanc.

Hinek Welatên Kendavê hişyarî daye Washingtonê ku şandina serbazan a ji bo Girava Xarkê dikare şer firehtir bike û bibe sedema rûxandina binesaziya wan a enerjiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst