Krîza li Tengava Hurmizê kûr dibe: 1900 keştî asê mane

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tengava Hurmizê û derdora wê 1900 keştî asê mane û ww nikarin derbas bibin

Aloziya li Rojhilata Navîn zêde dibe. Vê aloziyê çûn û hatina li Tengava Hurmizê nêzîkî rawestandinê kiriye.

Tengava Hurmizê wekî dilê xetên enerjî û bazirganiya cîhanê tê qebûlkirin.

Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê, Tehranê pêngavên tolhildanê avêtin.

Vê yekê derbiyeke giran li çûn û hatina deryayî ya li herêmê xist.

1900 keştî nikarin bilivin

Li gorî amarên şopandina keştiyan, di navbera 20-22yê Adarê de nêzîkî 1900 keştî li Tengava Hurmizê û derdora wê asê mane.

Piraniya keştiyan li Kendava Basrayê û derdora rawestiyane.

Di nav keştiyên asêmayî de 324 keştiyên barê hişk, 315 tankerên petrolê û berhemên kîmyayî hene.

Her wiha 267 keştiyên hilgirên berhemên petrolê û 211 tankerên petrola xav hene.

Ji xeynî van, li herêmê gelek keştiyên konteyner, barê giştî, LPG û hilgirên barên giran jî rawestiyane.

190 milyon bermîl petrol asê maye

Li gorî şirketa amaran Vortexayê, di tankerên li herêmê de nêzîkî 190 milyon bermîl petrola xav û berhemên petrolê hene.

Ev rewş ji bo dabînkirina enerjiya cîhanê metirsiyên gelekî mezin çêdike.

Zêdetirî 350 tanker li benda destûra Îranê ne

Çapemeniya Îranê jî ragihand ku li Deryaya Umanê û Kendava Basrayê zêdetirî 350 tanker li benda destûra Tehranê ne.

Ew dixwazin di Tengava Hurmizê re derbas bibin.

Ajansa Nûçeyan a Farsê hinek zanyarî belav kirin.

Di nav wan keştiyên ku li benda destûrê ne de, 25 tankerên mezin ên petrolê, 200 tankerên asayî yên petrolê û 70 keştiyên gaza siruştî (LNG) hene.

Her wiha di nûçeyê de hate ragihandin ku Îranê daxwazek ji wan keştiyan kiriye.

Îranê ji wan xwestiye ku ew pergalên xwe bigirin û wisa li bendê bimînin.

Xeta bazirganiya cîhanî di bin metirsiyê de ye

Beşeke mezin a bazirganiya petrola cîhanê di Tengava Hurmizê re derbas dibe.

Ev qerebalixiya li wir nîşaneya krîzekê ye.

Ev krîz dikare hem li navçeyê hem jî li cîhanê encamên aborî derxe holê.

Pisporan hişyarî da.

 Li gorî wan, eger ev alozî bidome dê di bihayê enerjiyê de guherînên mezin çêbibin.