Washington (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack di wê baweriyê de ye ku Sûriye dikare di herêmê de bibe navendeke mezin a enerjiyê.
Li gorî wî, Sûriye dikare bibe alternatîfa Tengava Hurmizê û Deryaya Sor.
Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî jî ji Rûdawê re ragihand ku Sûriye tenê gava hemû gel, Kurd û pêkhateyên din bibin yek, dikare bibe navenda enerjiyê.
Piştî gelek salan ku hemû derî girtî bûn, îsal cara yekem li Washingtonê sempozyûmeke taybet li ser sektora enerjiya Sûriyeyê hat lidarxistin.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack, Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî û hejmareke berpirs, kesayet û bazirganên Sûriyeyî beşdarî sempozyûmê bûn.
Pêdiviya bi yekîtiya pêkhateyan
Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî ji Rûdawê re got:
''Rêya ku Sûriye bibe navenda enerjiyê ew e ku berî her tiştî hemû pêkhateyên Sûriyeyê li gel hev bin.
Divê ji bo hebûna Sûriyeyeke yekgirtî û bihêz bi hev re bixebitin û çavkaniyên xwe yên xwezayî parve bikin."
Olabî her wiha anî ziman ku her parçeyeke Sûriyeyê xwedî çavkaniyên cuda ye, hinek xwedî bender in, hinek xwedî petrol in û hinek jî xwedî çandiniyê ne.
Olabî da zanîn ku Sûriye hem ji aliyê çavkaniyên enerjiyê ve hem jî ji aliyê şiyana hinartin û hawirdekirina çavkaniyên xwezayî ve dewlemend e û tekez kir:
''Ji bo me ya herî girîng yekîtiya me ye.
Divê birêvebirineke baş, binesazî û yasayên baş û şiyana xebata bi hev re hebe.''
Bipêşketina aborî û daxwaza şirketên biyanî
Di civînê de bi hûrgilî qala şiyana çavkaniyên xwezayî yên Sûriyeyê û sînorên wê yên li gel bazarên cîhanê hat kirin.
Hat gotin ku Sûriye welatekî dewlemend e û cihê wê yê cografî alîkar e ku di veguhastina enerjiya cîhanê de roleke girîng bilîze.
Birêvebirê Cîbicîkar ê Sriviumê Mason Hatahet ji Rûdawê re ragihand ku geşbîniyeke mezin heye û got:
"Enerjiyeke zêde heye û gelek şirket hene ku dixwazin veberhênanê bikin.
Ev yek li ser dem û çarçoveyên yasayî û fînansî sekiniye.
Tiştê mayî tenê bicihanîna karan e."
Pirsgirêka Kurdan û rola HSDyê
Beşek ji van gotubêjan taybet bû li ser Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê û tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di nav hikûmeta Sûriyeyê de.
Ji ber ku beşeke zêde ya çavkaniyên xwezayî li Rojavayê Kurdistanê ne, bêyî hevahengî û razîbûna Kurdan, paşeroja enerjiya Sûriyeyê bi ser nakeve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse