Îsraîl: Me derbeke dijwar li hêzên deryayî yên Îranê xist
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di êrişeke asmanî de pêgeha herî girîng a Komara Îslamî ya Îranê ya hilberîna mûşek û mayînên deryayî ya li bajarê Yezdê kiriye hedef.
Di êrişê de xisareke mezin gihiştiye wê pêgehê.
Berdevka Artêşa Îsraîlê Ella Waweyayê îro îniyê li ser Xê daxuyaniyek da û got:
"Hêzên asmanî êrişî navendeke sereke ya rejîma Îranê ya li bajarê Yezdê kir.
Ev navend taybet a hilberîna mûşek û mayînên deryayî bû."
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, ew pêgeh ji bo "plansazî, bipêşxistin, montaj û embarkirina mûşekên bipêşketî" hatiye bikaranîn.
Biryar bû ew mûşek bi rêya keştiyên şer, keştiyên binavî û helîkopteran li dijî hedefên deryayî werin bikaranîn.
Berdevka artêşa Îsraîlê amaje bi wê yekê jî kir, ew navend yek ji "wan cihên herî diyar e ku piraniya mûşek û mayînên deryayî yên hêzên deryayî yên Îranê lê hatine bipêşxistin."
Derbeke dijwar li hêzên deryayî hat xistin
Artêşa Îsraîlê vê êrişê wekî temamkera "têkbirina fermandariya hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran" dibîne.
Artêşê diyar kir, "Ev derbeke kujende ye ji bo şiyanên hilberînê yên di nav hêzên deryayî yên Îranê de."
Artêşa Îsraîlê da zanîn ku ew dê êrişên xwe yên li ser pîşesaziyên leşkerî yên Îranê bidomîne.
Armanca wan ew e ku wan şiyanan ji holê rakin ku Tehranê salên borî ava kirine.
28ê Sibatê êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kir.
Di roja yekem a şer de Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî û gelek berpirsên bilind ên wî welatî hatin kuştin.
Trump: Me 154 keştiyên şer noqî avê kirin
Ev şer heta niha jî didome.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ji Fox Newsê re axivî.
Trump ragihand ku di operasyonên leşkerî de, artêşa Amerîkayê derbên kujende li Îranê xistine û got:
"Artêşa wan wêran bûye. Hêzên wan ên deryayî û asmanî bi temamî ji nav çûn.
Me 154 keştiyên şer ên wan noqî avê kirin."
Moleta vekirina Tengava Hurmizê hat dirêjkirin
Ji destpêka şer ve Îranê Tengava Hurmizê girtiye.
Ev tengav rêya veguhastina ji sedî 20ê petrola cîhanê ye.
Girtina tengavê bihayê sotemenî, kel û pel û xwarinê li seranserê cîhanê zêde kir.
Berê Donald Trump moleta 48 demjimêran dabû Îranê da ku tengavê veke.
Trump gef xwaribû ku eger Îran tengavê veneke ew dê li binesaziya elektrîkê ya Îranê bidin.
Piştre Amerîkayê ev molet 5 rojên din dirêj kir.
Biryar bû ev molet îro îniyê bi dawî bibe.
Lê Donald Trump şeva borî daxuyand ku wan li ser daxwaza Îraniyan ev molet heta 6ê Nîsanê dirêj kiriye.