Îsraîl: Em dê operasyonên li dijî Îranê berfirehtir bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got ku ew dê çarçoveya operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê berfirehtir bikin û êrişên xwe tundtir bikin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz li Tel Evîva paytext beşdarî civîneke ewlehiyê ya bilind bû û rewşa li herêmê nirxand.

Serokerkanê Îsraîlê Eyal Zamir jî tevlî wê civînê bû.

Yisrael Katz diyar kir ku ew dê şiyana leşkerî ya Îranê bikin hedef.

Wî anî zimên ku ew dê binesazî û qadên hilberînê yên ku Tehran ji bo tolhildanê bi kar tîne bikin armanc.

Wezîrê Îsraîlî destnîşan kir ku serkirde û fermandarên leşkerî yên Îranê jî di lîsteya wan a hedefan de ne.

Wî da zanîn ku operasyonên wan ên ji bo "têkbirina şiyanên stratejîk" dê bidomin.

Li Îsfehanê qurbaniyên sivîl zêde dibin

Li aliyê din, qurbaniyên sivîl jî zêde dibin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê ku xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, li Taxa Heftûnê ya Îsfehanê cihekî sivîlan hatiye armancgirtin.

Parêzgariya Îsfehanê da zanîn ku di êrişê de bi giştî 26 sivîlan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku 7 jin û 7 zarok di nav qurbaniyan de ne.

Li taxa qelebalix gelek xanî rûxiyane û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

Êrişên ku cihên sivîlan dikin hedef, di raya giştî ya navneteweyî de dibin sedema bertekan.