Hewlêr (Rûdaw) - Hinek jêderên agahdar ji tora CBSê ya Amerîkayê re diyar kir ku tê çaverêkirin ku îro Îran bersiva xwe ya ji bo pêşniyara Amerîkayê ya ji 15 xalan a ji bo rêkeftina aştiyê bide Washingtonê.
Li gorî du jêderan, Donald Trump û berpirsên payebilind ên Koşka Spî hatine agahdarkirin ku dibe pêşniyara Îranê îro bi rêya navbeynkaran bigihe destê wan.
Berpirsên Koşka Spî derbarê vê gera dan û standinan de "bi hinekî geşbîn in" ku pêşketinek pêk were.
Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Wittkoff ragihand ku Washingtonê plana xwe ya ji 15 xalan bi rêya Pakistanê gihandiye Tehranê.
Jêderekî herêmî jî diyar kir ku peywendiya Pakistanê ya rasterast bi navendên biryardanê yên ewlehiyê yên Îranê re heye, ne tenê bi Wezareta Karên Derve re.
Tîma diyalogê ya Amerîkayê
Donald Trump roja pêncşemê eşkere kir ku tîmeke payebilind serperştiya dan û standinan dike.
Di nav vê tîmê de Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance, Steve Wittkoff û Jared Kushner hene.
Marco Rubio ragihand ku "welatên navbeynkar" peyaman vediguhêzin û "hinek pêşketinên giring Rubio amaje bi zêdebûna hinartina petrolê ya di Tengava Hurmizê re kir û ev yek wekî nîşaneya serkeftina hewlan nîşan da.
Berdewamiya operasyonên leşkerî
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitteyê di daxuyaniyekê de bal kişand ser hestiyariya diyalogê û got:
"Ev dan û standinên dîplomatîk hestiyar in û Amerîka bi rêya dezgehên ragihandinê dan û standinan nake."
Leavitteyê her wiha tekez kir ku li gel hewlên dîplomatîk ên Trump, operasyona "Hêrsa Dastanî" ya ji bo bidestxistina armancên leşkerî bêyî sekinandin didome.
Mijara atomî û hewlên herêmî
Serokê Amerîkayê îdia dike ku Îran "razî bûye ku ti carî nebe xwedî çekên atomî."
Li aliyê din, Tehran her tim tekez dike ku ew ti carî li dû çekên atomî negeriyaye û bernameya wê tenê ji bo armancên aştiyane ye.
Gelek welatên herêmê, di nav wan de Tirkiye jî heye, bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re di nav peywendiyê de ne da ku dan û standin dest pê bikin.
Birêvebirê Giştî yê Ajansa Atomî (IAEA) Rafael Grossi jî ragihand ku ew bi her du aliyên Amerîka û Îranê re di nav peywendiyê de ye.
Her çi qas Ebas Eraqçî û Steve Wittkoff berê bi telefonê bi hev re xeber dabin jî, ji ber ku peywendiyên fermî yên dîplomatîk ên her du welatan nînin, piraniya dan û standinan bi rêya aliyên sêyem tên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse