Îsraîlê li 'dilê atomî' yê Îranê xist: Stasyonên Arak û Yezdê hatin bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li ser du kargehên herî mezin ên polayê û du baregehên atomî yên Îranê, Tehran bi tolehildaneke tund gef xwarin.

Di heman demê de artêşa Îsraîlê bi fermî bombebarankirina armancên atomî yên li Îranê piştrast kir.

Bombebarankirina Arak û Yezdê

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wê yên asmanî stasyona hilberîna ava giran a li Arakê bombebaran kiriye.

Îsraîlê ev der wekî "bingeha sereke ya hilberîna platînyûmê ya ji bo çekên atomî" pênase kir.

Her wiha artêşa Îsraîlê piştrast kir ku li parêzgeha Yezdê li kargeheke uranyûmê xistiye.

Îsraîlê ev der wekî "saziyeke kêmpeyda" bi nav kir ku madeya xav ji bo pêvajoya meyandina uranyûmê dabîn dikir.

Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê piştrast kir ku li her du cihan hatiye xistin lê diyar kir ku ti belavbûna tîrêjan (radyasyon) çênebûye.

Tehran: Îsraîl dê baceke giran bide

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di peyamekê de ragihand ku Îsraîlê bi hevahengiya Amerîkayê êrişî du kargehên polayê, stasyoneke elektrîkê û binesaziya atomî ya sivîl kiriye.

Eraqçî hişyarî da û got, "Îsraîl dê li hemberî van tawanan baceke giran bide."

Di heman demê de, Supaya Pasdaran a Îranê hişyariyeke lezgîn da xebatkarên wan navendên pîşesazî yên li herêmê ku pişka Amerîkayê tê de heye yan jî hevalbendên Îsraîlê ne.

Supaya Pasdaran daxwaz ji wan kir ku "bi lez cihên xwe biterikînin.”

Ev daxuyaniya Supaya Pasdaran wekî amadehiya destpêkirina êrişên nû yên tolehildanê tê dîtin.

Dîroka saziya Arakê

Stasyona Arakê yek ji wan cihan bû ku li gorî rêkeftina atomî ya 2015an pêvajoya hilberînê tê de hatibû sekinandin.

Ajansa Atomî (IAEA) diyar dike ku ev der di şerê 12 rojan ê meha hezîrana par de jî zerer dîtibû.

Her wiha ajansê diyar kir ku ji meha Gulana 2025an ve rê nehatiye dayîn ku ew li wê baregehê pişkinînan bikin.

Şerê niha yê li herêmê 28ê Sibatê bi êrişa hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê dest pê kir û heta niha bi avêtina bi sedan mûşek û dronan didome.