Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê Şah Ebdulah Duyem de xurtkirina peywendiyan û hevkariya hevbeş a herdu aliyan hate gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Emanê paytexta Urdinê û ji aliyê Şahê Urdinê Şah Ebdulah Duyem ve hat pêşwazîkirin.
Pêştir Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku Nêçîrvan Barzanî dê bi Şah Ebdulah Duyem re bicive û pê re xurtkirina pêwendiyên her du aliyan û hevkariya hevbeş a Îraq û Herêma Kurdistanê ya li gel Urdinê binirxîne.
Nêçîrvan Barzanî dê bi hinek berpirsên payebilind ên Urdinê re jî rûne.
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Emanê paytexta Urdinê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 27, 2025
🛑 Şahê Urdinê Şah Ebdulahê Duyem ew bi vî rengî pêşwazî kir pic.twitter.com/lZsLTh7tmA
Serokê Herêma Kurdistanê sala 2021ê jî çûbû Urdinê û ji aliyê Şah Ebdulahê duyem ve hatibû pêşwazîkirin.
Pêwendiyên Urdin û Herêma Kurdistanê
Yekem: Pêwendiyên aborî û bazirganî
Qebareya dan û standina bazirganî ya navbera Urdin û Îraqê di sala borî de nêzîkî milyarek û 500 milyon dolarî bû.
Herêma Kurdistanê jî beşeke darîçav a vê dan û standina bazirganî ye çimkî Herêma Kurdistanê bala şirketên Urdinê dikişîne ku niha şaxên şirketên wan ên li Herêma Kurdistanê gihiştiye 108an.
Ev pêwendî bûye sedem ku Meclisa Kar a Hevbeş di navbera Yekîtiya Veberhêneran a her du aliyan de were avakirin.
Duyem: Pêwendiyên di warê tenduristiyê de
Pêwendiyên Urdin û Herêma Kurdistanê yên di warê tenduristiyê de bi rengên cuda ne.
Meclisa Bijîşkî ya Urdinê bawerî daye Herêma Kurdistanê, xwendekar û stajyarên Herêma Kurdistanê dikarin li Navenda Husên a ji bo çareserkirina nexweşiya penceşêrê bixwînin û rahênana pêwîst wergirin, her wiha hevahengî bi Meclisa Perestarên Urdinî re hatiye kirin.
Sêyem: Pêwendiyên di warê akademîk de
Piştî lidarxistina konferansa Xwendina Bilind a Urdin-Kurdistanî ya sala borî, niha Wezareta Xwendina Bilind a Urdinê 20 zanîngehên Herêma Kurdistanê nas dike, derçûyên van zanîngehan dikarin li Urdinê xwendina xwe bidomînin.