Sekreterê Hizbulahê: Dan û standinên rasterast ên bi Îsraîlê re guneh e

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Neîm Qasim dijberiya xwe ya tund a ji bo dan û standinên rasterast ên Libnan û Îsraîlê anî zimên û ev yek wekî "gunehekî mezin" bi nav kir.

Neîm Qasim hişyarî da ku ev gav dê Libnanê bixe nav "gerîneke nearamiyê" û tevgera wan dê parastina xwe bidomîne.

Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Neîm Qasim di daxuyaniyekê de ku li televîzyona Menarê ya Hizbulahê hat belavkirin, ragihand:

"Em bi temamî dan û standinên rasterast red dikin. Bila desthilatdar bizanin ku karên wan ne sûdê digihînin Libnanê û ne jî wan bi xwe."

Ev daxuyaniyên Neîm Qasim piştî wê yekê hatin ku şerê navbera Îsraîl û Hizbulahê 2yê Adarê dest pê kir û balyozên Libnan û Îsraîlê li Washingtonê du caran rasterast rûniştin.

Ev di dema bi dehan salan de hevdîtina yekemîn bi vî rengî bû.

Agirbest û rexneyên li hikumetê

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî rûniştina yekem a dan û standinan, agirbesteke 10 rojî ragihand ku 17ê Nîsanê dest pê kir û piştî rûniştina duyem jî 3 hefteyên din hat dirêjkirin.

Neîm Qasim di daxuyaniya xwe de rexneyên tund li hikumeta Libnanê girtin û got:

"Zehmet e ev desthilat berdewam bike dema ku mafên Libnanê belaş dide, dev ji axa xwe berdide û rûbirûyî gelê xwe yê berxwedêr dibe."

Qasim hişyarî da û got, "Berpirsyariya hikumetê ye ku ji wî gunehê mezin paşve gavê biavêje ku Libnanê dixe nav gerîneka nearamiyê.

Hikumet berpirsyar e ku dan û standinên rasterast ên bi Îsraîla dijmin re rawestîne û rêyeke nerasterast bigire ber xwe."

Berpirsên Libnanê berdewam tekez dikin ku armanca dan û standinên bi çavdêriya Amerîkayê, rawestandina şer, vekişîna Îsraîlê ji başûrê Libnanê û vegera koçberan a li warê wan e.

Ev yek piştî wê tê ku ji ber şer û pevçûnan zêdetirî milyonek kes koçber bûne.

Lê Neîm Qasim dibêje, "Ev dan û standinên rasterast û encamên wan ji bo me wisa ne wekî ku qet çênebûne. Ji dûr û nêz ve ti têkiliya wan bi me re nîne."

Qasim her wiha destnîşan kir, "Em parastin û berxwedana xwe ya ji bo Libnanê û gelê wê didomînin.

Em dê bersiva destdirêjiya Îsraîlê bidin û rûbirûyî wê bibin.

Dijmin çi qasî gefan bixwe jî em paşve nakişin, serî natewînin û têk naçin.

Em dev ji çek û parastinê bernadin û dê Îsraîliyên dijmin li ser bostek axa me ya dagirkirî jî nemîn."

Êriş didomin

Tevî agirbestê jî, Îsraîl êrişên xwe yên asmanî û topbarankirina başûrê Libnanê didomîne.

Hêzên Îsraîlê li gelek bajarokên ser sînor operasyonên wêrankirin û teqandinê yên berfireh kirine.

Wan "xeteke zer" ragihandiye ku bi dehan gundan ji deverên din ên Libnanê qut dike.

Li hemberî vê yekê, Hizbulah jî radigihîne ku ew êrişî hêzên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê dikin û mûşek û dronan diavêjin bakurê Îsraîlê.

Metna agirbestê

Li gorî metna peymana agirbestê ya ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê belav kiriye û dibêje hikumetên Libnan û Îsraîlê ew pesend kiriye, Îsraîl xwediyê vî mafî ye:

"Di her demê de mafê xwe yê girtina hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina xwe li hemberî êrişan diparêze û rawestandina kiryarên dijminkarane bandorê li vî mafî nake."

Ev xal ji aliyê Hizbulahê ve bi tundî tê redkirin.

Hizbulah dibêje ku metnê peymanê nîşanî hikumetê nedane ku ew û hevpeymanên wê jî tê de beşdar in.

Neîm Qasim roja duşemê pirsî, "Gelo desthilatê biryar daye ku mil bi milê Îsraîla dijmin li dijî gelê xwe kar bike?"

Amarên qurbaniyan

Li gorî amarên Ajansa France Presseyê (AFP) ku xwe dispêre zanyariyên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ji destpêka agirbestê ve di êrişên Îsraîlê de herî kêm 36 kes mirine û 14 ji wan tenê roja yekşemê canê xwe ji dest daye.

Her wiha li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ji roja destpêkirina şerê 2yê Adarê ve 2 hezar û 509 kes mirine.

Di encama êrişên Îsraîlê yên li Libnanê de herî kêm 7 hezar û 755 kes jî birîndar bûne.