Netanyahu: Karê me hîn li Libnanê neqediyaye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku tevî "destkeftiyên wan ên leşkerî yên mezin" ên li Libnanê, hîn karê wan neqediya ye.
Benjamin Netanyahu da zanîn ku tenê ji sedî 10ê şiyana mûşekî ya Hizbulahê maye û ew hewleke mezin didin da ku çekên wê komê bi temamî ji destê wê derxînin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de behsa rewşa şer a li Libnanê kir.
Netanyahu got, "Li Libnanê destkeftiyên me yên mezin hene.
Yek ji wan pergala parastina mûşekî ye ku gefê li hemû welêt dixwe û avakirina toreke ewlehiyê ye ku rê li ber egera dagirkirina bakurê welêt digire."
Peymana bi Amerîkayê re
Netanyahu anî zimên ku zextên wan ên li ser Hizbulahê didomin. Ew li herêmên bakurê Çemê Lîtaniyê jî zextan dikin.
Benjamin Netanyahu wiha got, "Azadiya me ya tevgerê ji bo rûbirûbûna gefên rasterast e.
Ev ew peyman e ku me bi Amerîka û hikûmeta Libnanê re kiriye."
Hîn du gefên sereke mane
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku erka wan neqediya ye û hîn du gefên sereke yên Hizbulahê mane ku ew jî mûşek û bombe ne.
Netanyahu got, "Wezîrê Parastinê û Sererkan dizanin ku em ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hewleke mezin a teknolojîk didin.
Eger em çalakiyên meydanî û teknolojîk bikin yek, em dikarin Hizbulahê ji çekên wê qut bikin."
Li gorî gotina Netanyahu, ji wan mûşekên ku destpêka şer di destê Hizbulahê de bûn tenê nêzîkî ji sedî 10an mane. Lê ew mûşek hîn jî tirsê dixin dilê şêniyên bakurê welêt.
Serokwezîrê Îsraîlê her wiha diyar kir ku çareserkirina van pirsgirêkên leşkerî dê rêya çareseriya dîplomatîk jî xweş bike.
Tolhildana Elî Xaminêyî
Hizbulaha Libnanê 2yê Adarê êrişî Îsraîlê kiribû. Ev êriş ji bo tolhildana Rêberê Îranê Elî Xaminêyî bû.
Elî Xaminêyî 28ê Sibatê di êrişeke hevpar a Îsraîl û Amerîkayê de li Tehranê hatibû kuştin.
Pişt re, Tel Evîvê bi êrişên bejahî û bombebaranan bersiva wê êrişê da.