Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê amarên şerê 12 rojî yên bi Îranê re belav kirin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya ku belav kir de anî ziman:
- Êrişên mûşekên balîstîk ên Îranê yên li Îsraîlê di 12 rojan de bû sedema kuştina 28 kesan ku yek ji wan leşker û 27 kes jî sivîl bûn.
- Her wiha bi sedema êrişên mûşekî 3 hezar û 238 kes birîndar bûn, rewşa 23 kesan ji wan giran e, 111 navîn, 2 hezar û 933 kesan birînên wan sivik in, 138 kes ji ber tirsê rastî pirsgirêka derûniya tund hatine û rewşa 30 kesan ne diyar e.
- Piraniya birîndaran sivîl bûn, tenê 7 leşker birîndar bûn.
- Îranê nêzîkî 550 mûşekên balîstîk avêtin û nêzîkî hezar dronên bombebarkirî şandin.
- Nêzîkî ji sedî 90ê mûşekên Îranê ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Îsraîl û Amerîkayê ve hatin têkbirin.
- Herî kêm 31 mûşekên balîstîk li nava bajaran û binesaziya girîng a stratejîk ketin ku di nava wan de stasyoneke hilberîna karebayê li başûrê Îsraîlê, parzûngeke petrolê li Heyfayê û zanîngehek li navenda Îsraîlê hene.
- Dehan mûşekên balîstîk ên Îranê bêyî ku ziyaneke wisa mezin çêbikin li çolistanan ketin.
- Piraniya hezar dronan ku hêdî diçin lê şopandina wan zehmet e negihîştin Îsraîlê.
- Ji sedî 99ê wan dronên ku metirsî bûn ji aliyê sîstema parastina asmanî, balafirên şer, helîkopterên şer ên Îsraîlê ve hatin xistin.
- Tenê dronek li bajarokê Beyt Şanê yê li bakurê Îsraîlê li malekê ket ku ziyaneke mezin a madî lê ket lê ziyana canî nebû.
- Artêşa Îsraîlê texmîn dike ku nêzîkî 250 mûşekavêjên balîstîk ên Îranê wate du ji sêyê tevahiya giştî, bi êrişên Îsraîlê ve hatine jinavbirin.
- Her wiha nêzîkî hezar mûşekên balîstîk ên Îranê berî ku werin avêtin hatine jinavbirin.
- Niha Îranê hezar û hezar û 500 mûşekên balîstîk û nêzîkî 100 mûşekavêjî mane.
- 80 dezgehên sîstema parastina asmanî ya Îranê hatine jinavbirin (her dezgehek ji radar, navenda şirovekirina zanyariyan û mûşekavêjan pêk tê).
- Berovajî raporên medyayî yên Îranê, Îraniyan ti balafirên şer ên Îsraîlê nexistine lê artêşa Îsraîlê piştrast dike ku 2 dronên wan hatine têkbirin.
- Balafirên şer ên Îsraîlê zêdetirî hezar carî derketin.
- Zêdetirî 600 caran balafirên şer ên Îsraîlê li asman benzîn jê re hatin tijekirin.
- Hezaran bombe û mûşek bi ser sedan armancan de hatin avêtin.
Tesîsên nukleerî
- Artêşa Îsraîlê da zanîn "ziyaneke berçav" gihandiye tesîsên nukleerî yên Netenz û Îsfehanê.
- Her wiha Amerîkayê tesîsa nukleerî ya Fordoyê ya di bin erdê de bombebaran kir.
- Bi dehan cihên din ên bi tesîsên nukleerî re pêwendîdar hatin bombebarankirin ku di nava wan de navenda Arakê ya ava giran a atomî, navenda arşîva atomî û çendîn cihên çêkirina santrîfûjê.
- Qebareya ziyana ku bi tesîsên nukleerî yên Îranê ketiye ne diyar e. Berpirsên Amerîkî dibêjin, bernameya atomî "hate cemidandin". Medyaya Amerîkî bi piştgiriya zanyariyên îstixbaratî dibêje, ziyan lê ketiye lê nehatiye jinavbirin. Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamîr roja sêşema got, “Me bernameya atomî ya Îranê bi salan bi paş xist.”
- Artêşa Îsraîlê dibêje, nêzîkî 30 fermandarên leşkerî yên Îranê kuştine.
- Bi gotina artêşa Îsraîlê, bi sedan Pasdar û gelek Besîcî (hêzeke ewlehiyê) bi êrişên asmanî hatine kuştin.
- Wezareta Tenduristiyê ya Îranê da zanîn herî kêm 610 kesên sivîl bi sedema êrişên asmanî yên Îsraîlê hatine kuştin.
Têbînî: Piraniya zanyariyên li jor ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine eşkerekirin. Amar û ji bo piştrastkirina wan zanyariyên dezgehên serbixwe ne li ber dest in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse