Tom Barrack: Heta ku çek di destê Hizbulahê de bin...

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack got, “Heta ku çek di destê Hizbulahê de bin, gotin dê têrê nekin.”

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê derbarê Libnan û Hizbulahê daxuyaniyek belav kir.

Tom Barrack di daxuyaniya xwer de ragihand:

“Heta ku çek di destê Hizbulahê de bin, gotin dê têrê nekin.

Divê hikûmet û Hizbulah ji bo ku gelê Libnanê mehkûmî statukoya xitimî nekin, bi temamî biryardar bin û demildest tevbigerin.”

Barrack di parvekirina xwe de da zanîn:

“Pêbaweriya Hikûmeta Libnanê girêdayî şiyana wê ya lihevanîna prensîb û pratîkê ye.

Wekî ku serokên wê gelek caran gotine, krîtîk e ku 'tenê dewlet xwediyê tekane yê çekan be'.

Heta ku çek di destê Hizbulahê de bin, gotin dê têrê nekin.

Pêwîst e hikûmet û Hizbulah niha bi temamî pêbend bin û tevbigerin ku gelê Libnanê mehkûmî statukoya xitimî nekin.”