Îsraîlê Sûriye bombebaran kir, kuştî hene
Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên dewleta Sûriyeyê û medyaya herêmî ragihand ku di êrişa bi dronan a Îsraîlê ya li ser herêmeke leşkerî ya nêzîkî Şamê de herî kêm 7 kes hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku herî kêm 6 ji kuştiyan leşkerên artêşa Sûriyeyê ne.
Daxuyaniyên çavkaniyên Sûriyeyê
Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe ya ewil de ji AFPyê re ragihand ku êrişê avahiyeke leşkerî ya Lîwaya 44an a li herêma Kisweyê ya li rojavayê Şamê kiriye hedef û 3 leşker hatine kuştin.
Lê televîzyona dewletê ya Sûriyeyê piştî demeke kurt hejmara kuştiyan kir 6.
Sky News Arabia: 7 Kuştî
Sky News Arabiayê di nûçeya xwe ya ku dispêre çavkaniyên leşkerî de ragihand ku di êrişan de bi giştî 7 kes hatine kuştin ku 6 ji wan endamên artêşa Sûriyeyê ne.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku êrişê du nuqteyên cuda yên li çoltera Şamê û herêmên başûr hedef girtine.
Îsraîl: Em dê ji cihên ku em ketine wan dernakevin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz doh got ku artêşa wan dê ji axa Sûriyeyê venekişe û dê li wan herêmên ku piştî rûxandina desthilata Beşar Esed xistibûn bin kontrola xwe bimîne û got:
"Armanca vê biryarê ew e ku em li gorî dersên ku me ji êrişên 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan wergirtine, civakên niştecih ên li Girên Golanê biparêzin.
Em dê parastina baregehên xwe yên li Sûriyeyê bidomînin."