SOHR: Hevdîtina li Şamê erênî derbas bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)  ragihand ku civîna Mezlûm Ebdî û rayêdarên Şamê erenî derbas bûye û aliyan li ser nexşerêyeke şênber li hev kiriye.

Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hûrgiliyên civîna dawî ya li Şamê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û rayedarên hikûmeta Sûriyeyê de eşkere kirin.

Li gorî SOHRê, her du alî li ser mekanîzmaya bicihkirina rêkeftina 18ê Kanûna Paşîn li hev kir û biryar hatiye dayîn ku Asayîş tev li Wezareta Karên Navxwe bibe.

Çavkaniyên nêzîkî mijarê ji SOHRê re ragihand ku civîn di keşûhewayeke erênî de derbas bûye û aliyan li ser nexşerêyeke şênber li hev kiriye.

Hat diyarkirin ku bi vê yekê re, tê çaverêkirin ku di pêvajoya pêş de li qadê gavên pratîk û berbiçav bên avêtin.

Asayîş tev li Wezareta Karên Navxwe dibe

Li gorî lihevkirina ku di civînê de hatiye kirin, Hêzên Ewlekariya Hundir a Rojavayê Kurdistanê (Asayîş) ku hêza herêmî ye, dê tev li Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê bibe.

Ew hêzên Asayîşê yên entegrekirî ku ji xelkê herêmê pêk tên, dê ji ewlehiya bajaran û pêvajoyên ketina hundir berpirsyar bin.

Armanca vê pêngavê hem temsîlkirina desthilata dewletê ye û hem jî parastina pêkhateyên herêmî ye.

Armanc: Îstîqrara îdarî û ewlehiyê

Hat diyarkirin ku armanca van hevdîtinên li Şamê, jinûverêkxistina şert û mercên îdarî û ewlehiyê yên li herêmê ye.

Her wiha hat tekezkirin ku binesaziya pêwîst ji bo bicihkirina lihevkirinan hatiye amadekirin û armanc ew e ku ev pêvajo rasterast beşdariyê li aramiya giştî ya herêmê bike.