Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Associated Pressê (AP) ragihand ku Amerîka tevlî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bûye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz berê ragihandibû ku wan li dijî Îranê “êrişeke rêlibergirtinê” daye destpêkirin.
Rayedarên Amerîkayî piştrast dikin
Rayedarekî Amerîkayî yê ku ji APyê re axivî û ji operasyonê agahdar e, diyar kir ku Amerîka beşdarî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bûye.
Rayedarên Amerîkayî û Îsraîlî yên ku ji The New York Timesê re axivîn jî diyar kir ku Amerîka û Îsraîl bi hev re êrişî Îranê dikin.
Du rayedarên Amerîkayî ji CNNê re piştrast kir ku Amerîka li dijî Îranê êrişan pêk tîne.
Yekî ji wan rayedaran diyar kir ku êriş didomin û got, "Ev ne êrişeke biçûk e."
Heta niha rêveberiya Amerîkayê derbarê mijarê de ti daxuyaniya fermî nedaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse