Îran: Me radara Amerîkayê ya li Qeterê îmha kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li Qeterê radareke Amerîkayê têk bir.

Hat diyarkirin ku menzîla radarê 5 hezar kîlometre ye.

Artêşa Pasdaran a Îranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Radara FP132yê ya Amerîkayê ya ku li Qeterê hatiye bicihkirin bi temamî hat îmhakirin."

Ew radar xwedî amûrên taybet e û ji bo şopandina mûşekên balîstîk hatiye sêwirandin.

Qeterê êriş piştrast kir

Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Qeterê jî ji Al Jazeerayê re axivî.

Rayedarê ku navê wî nehat eşkerekirin got ku li bakurê welêt li radareke hişyariya pêşwext hatiye xistin.

Rayedar diyar kir ku di êrişê de mirî an birîndar nînin.

Rayedarê Qeterî her wiha destnîşan kir ku ew li ser zerer û ziyanan lêkolînê dikin.