Êrişên bi mûşekan yên Îranê yên li Îsraîl û baregehên Amerîkayê didomin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Amerîka Herêma Kurdistanê Êriş Mûşek Deron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tehranê di berteka li hemberî êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê de, bi mûşek û dronan êrişî çendîn cihên li Îsraîl û welatên herêmê kir. Îranê ragihand ku êrişên wê dê bidomin.

Kêmtirî 3 saetan piştî destpêkirina êrişa Îsraîl û Amerîkayê, bersiva mûşekî ya Îranê dest pê kir.

Îranê li Îsraîl, Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat, Behreyn, Kuweyt û Herêma Kurdistanê çendîn cih kirin armanc.

Îranê navê "Operasyona Soza Rast 4" li operasyona xwe ya bersivdayîna êrişa Amerîka û Îsraîlê kiriye.

Ev nav nîşan dide ku ev bersiv, berdewamiya wan êrişan e ku Îranê berê biribûn ser baregehên Amerîka û Îsraîlê.

Îranê berê ji bo tolhildana kuştina Qasim Suleymanî û her wiha êrişa Îsraîl û Amerîkayê ya li wî welatî ya Hezîrana 2025an, 3 caran êrişî baregehên Amerîka û Îsraîlê kiribû. Ev êriş, êrişa çaran e.

Baregehên Amerîkayê bûn hedef

Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de ragihand ku wan bi mûşek û dronan baregeha sereke ya Hêza 5emîn a Deryayî ya Artêşa Amerîkayê ya li Behreynê û baregehên din ên Amerîkayê yên li Qeter û Îmaratê kirine armanc.

Supaya Pasdaran Her wiha diyar kir ku wan navendên leşkerî û ewlehiyê yên li Îsraîlê jî kirine armanc.

Ajansa fermî ya Behreynê piştrast kir ku navenda fermandariyê ya Hêza Deryayî ya Amerîkayê ya li wî welatî bi mûşekan hatiye armanckirin.

Fermandariya Hêza 5emîn a Deryayî ya Artêşa Amerîkayê berpirsê parastina berjewendiyên Amerîkayê yên li Kendavê, Deryaya Umanê, Kendava Edenê û beşekî ji Okyanûsa Hindî ye.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Îmaratê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di êrişên Komara Îslamî ya Îranê yên li Ebû Dabiyê de sivîlek miriye.

Derbarê nasnameya wî sivîlî de jî hat destnîşankirin ku ew welatiyê yek ji welatên Asyayê ye.

Artêşa Kuweytê jî ragihand ku Baregeha Hêza Asmanî ya "Elî Salim" bûye armanca mûşekên balîstîk ên Îranê.

Medyaya Îranê belav kir ku yek ji mûşekên wî welatî rasterast li baregeheke Hêzên Hevpeymaniya NATOyê ya li Kuweytê ketiye û zerereke zêde gihandiye baregehê.

Wezareta Parastinê ya Kuweytê nûçeya êrişa mûşekî ya Îranê piştrast dike lê diyar kir ku pergala parastina asmanî ya Kuweytê karîbûye mûşekan bixe xwarê.

Îranê hinek mûşek avêtin Qeterê jî.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Qeterê sipart agahiyên Wezareta Parastinê ya wî welatî û belav kir ku hemû mûşekên ber bi wî welatî ve hatibûn avêtin, hatine xistin.

Wezareta Karên Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de êrişa Îranê şermezar kir û got, "Qeter wekî mafê xwe dibîne ku bersiva vê êrişê bide."

Berpirsekî Urdunê yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ji Ajansa AFPyê re ragihand ku hêzên wan 2 mûşekên balîstîk ên Îranê xistine xwarê ku ber bi wî welatî ve hatibûn avêtin.

Her wiha medyaya Îranê belav kir ku Baregeha Leşkerî ya Melîk Fehd a li Erebistana Siûdî jî ji aliyê Îranê ve hatiye armanckirin.

Lê Îran û Erebistana Siûdî ev yek bi awayekî fermî piştrast nekiriye.

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî di daxuyaniyekê de diyar kir:

"Em destdirêjiya eşkere ya Îranê û binpêkirina serweriya Îmarat, Behreyn, Qeter, Kuweyt û Urdinê bi tundî şermezar dikin."

Wê her wiha piştgiriya xwe ji bo welatên Erebî anî zimên û da zanîn ku dê di egera her biryara bersivdayîna êrişên Îranê de alîkariya wan welatan bikin.

Êrişî Herêma Kurdistanê jî kirin

Îranê di berteka li hemberî êrişa Îsraîl û Amerîkayê de, çend mûşek û dron avêtin Herêma Kurdistanê jî.

Li gorî agahiyên nûçegihanên Rûdawê yên li Hewlêrê, hemû mûşek û dron ji aliyê pergala parastina Amerîkayê ve li Hewlêrê hatin xistin û ti zerer çênebûye.

Her wiha li gorî daxuyaniyeke Saziya Dijeterorê ya Kurdistanê, "Saet 13:25an Hêzên Hevpeymanan li parêzgeha Hewlêrê çend mûşek û dronên bombekirî têk birin û xistin xwarê û ti zererên canî û madî çênebûne."

Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran ragihand ku di encama êrişên wan ên li ser baregehên Amerîkayê de, herî kêm 200 leşker hatine mirine û birîndbûne.

Lê kuştina kesekî li Îmaratê û 5 kesan li Sûriyeyê hatiye piştrastkirin û hikûmetên Îmarat û Sûriyeyê ragihandiye ku kesên mirine sivîl in.

Îranê ragihand ku wan bi çend mûşekên balîstîk, dezgehên ewlehî û leşkerî yên li Îsraîlê jî kirine armanc. Îsraîlê ev yek piştrast kiriye lê zererên êrişê nehatine eşkerekirin.

Îran: Êrişên me ranawestin

Medyaya Îranê ji zarê berpirsên Supaya Pasdaran belav kir, êrişên Îranê yên li Îsraîl û baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê ranawestin.

Ew dê wan cihên ku wekî baregehên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê didin nasîn, bikin armanc.

Supaya Pasdaran jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dê êrişên wan ên li ser Îsraîlê û her wiha "baregehên Amerîkayê yên li herêmê" bidomin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî ragihand, Îran dê wan hemû cihên herêmê bike armanc ku Amerîkayê ji bo êrişkirina ser Îranê sûd ji wan dîtine.

Serokatiya Erkanê Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku ew dê bersiveke tund bidin êrişên Amerîka û Îsraîlê.

Berdevkê Sererkeanê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfezl Şikarçî got, dê bersiva Îranê bi awayekî be ku Amerîka û Îsraîlê ji êrişa wan poşman bike.

Bertekên welatên cîhanê

Êrişa Amerîka û Îsraîlê di demekê de pêk hat ku gereke din a dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de bi navbeynkariya Umanê bi rê ve diçû. Biryar bû ku vê hefteyê gereke din a dan û standinan jî çêbibe.

Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedir Bûseîdî yê ku navbeynkarê dan û standinan e, rexne li êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê girtin û xwest şer were rawestandin.

Wezîrê Karên Derve yê Umanê di daxuyaniyekê de got:

"Ez dilgiran im, ji ber ku dan û standinên çalak û cidî yên di navbera Tehran û Washingtonê de careke din lawaz bûne.

Ev pêngav ne di berjewendiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û aramiya cîhanê de ye."

Hinek welatên din ên cîhanê jî bertek nîşanî destpêkirina wî şerî dan.

Hinek welat dixwazin şer bê rawestandin û hinekên din jî piştgiriyê didin êrişa li Îranê.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bangî Amerîka û Îsraîlê kir ku bi lez êrişên xwe yên li ser Îranê rawestînin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat destnîşankirin ku divê ev rewş vegerê ser rêya çareseriya siyasî û dîplomatîk.

Her wiha amadebûna Rûsyayê jî ji bo alîkariyê nîşan da da ku çareseriyeke aştiyane ya li ser bingeha yasayên navneteweyî were dîtin.

Serokkomarê Fransayê daxwaza civîneke bilez a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û bangî Tehranê kir ku mercên Washingtonê qebûl bike.

Emmanuel Macron di peyameke xwe de ya li ser tora civakî Xê got:

"Zêdebûna aloziyan ji bo her kesî metirsîdar e û divê were rawestandin.

Divê rejîma Îranê bizanibe ku niha ji bilî hatina ser maseya dan û standinan a bi niyetpakî ti vebijêrkeke wê nîne.

Ev jî ji bo bidawîanîna bernameya wê ya nukleerî, mûşekên balîstîk û hewldanên têkbirina aramiya herêmê ye."

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyeke hevpar de bangî hemû aliyan kir ku aramiyê biparêzin.

Wan her wiha daxwaz kir ku canê sivîlan bê parastin û pêbendî yasayên navneteweyî bin.

Li hêla din, Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ragihand ku welatê wî piştgiriyê dide Amerîka û Îsraîlê ji bo êrişa li Îranê.

Carney got, "Êriş ji bo rêgirigirtina wê yekê ye ku Îran negihêje çeka nukleerî û bi wê çekê metirsiyeke zêdetir li ser aştî û ewlehiya cîhanê çêneke."

Her wiha Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese li ser tora civakî ya Xê belav kir ku bernameya nukleerî ya Îranê metirsiyek e ji bo ser ewlehî û aştiya cîhanê.

Wî diyar kir, welatê wî piştgiriyê dide hewldanên Amerîkayê da ku rê li ber bidestxistina Îranê ya bi çeka nukleerî bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst