Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdia kir ku gelek nîşan hene ku Rêberê Olî yê Îranê mirî be û di êrişan de hinek kesayetên girîng ên birêvebiriyê jî hatine kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê êrişên li Îranê daxuyanî da û got, "Me mala Xamineyî wêran kir, dibe ku miribe. Gelek nîşan hene ku ew êdî nîn."
"Sebir lazim e"
Şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê dijwar dibe û aqûbeta Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî bûye mijara meraqê.
Netanyahu diyar kir ku ev operasyon heta ku pêwîst be dê bidome û got, "Sebir lazim e, şer dê aştiya rastîn bîne."
Îranê red kir
Li aliyê din Îsraîlê îdia kir ku Elî Xamineyî miriye lê Îranê ev îdia red kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku di êrişan de hinek fermandarên wan hatine kuştin.
Medyaya Îranê: Bûk û zavayê wî mirin
Medyaya Îranê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de bûk û zavayê Xamineyî mirîne.
Heta niha rayedarên fermî daxuyaniyeke berfireh li ser vê mijarê nedaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse