Hewlêr (Rûdaw) - Her du kanalên sereke yên televîzyonên Îsraîlê ragihand ku wêneyê termê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî nîşanî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hatiye dayîn.
Channel 12a Îsraîlê eşkere kir ku wêneya termê wî nîşanî Netanyahu û Trump hatiye dayîn.
Termê wî ji bin kavilan hat derxistin
Li hêla din, Saziya Weşana Giştî ya Îsraîlê (Kan) belav kir ku berpirsên pilebilind ên Îsraîlê ji kuştina Xamineyî hatine agahdarkirin.
Li gorî nûçeyê, termê wî ji bin kavilên cihê mana wî hatiye derxistin.
Heta niha Tehranê derbarê mirina Xamineyî de ti agahî belav nekirine û ev nûçe piştrast nekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse