Donald Trump: Xamineyî mir

2 demjimêr berê
Nîşan Trump Xamineyî Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Xamineyî, yek ji mirovên herî xerab ê dîrokê mir.”

Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê ragihand ku Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî hatiye kuştin.

Daxuyaniya Trump ev e:

“Ev ne tenê ji bo gelê Îranê, ji bo hemû Amerîkayiyên Mezin û wan mirovên ji gelek welatên seranserê cîhanê edalet e, yên ku ji aliyê Xamineyî û koma wî ya çeteyên xwînxwar ve hatine kuştin an jî seqetkirin.

Wî nekarî xwe ji îstîxbarata me û pergalên me yên şopandinê yên pir bipêşketî veşêre û bi hevkariya nêzîk a bi Îsraîlê re, tiştekî ku wî yan serkirdeyên din ên ku bi wî re hatine kuştin karibin bikin nebû.

Ev ji bo gelê Îranê şansê herî mezin e ku welatê xwe dîsa  bistînin. Em dibihîzin ku gelek ji Pasdarên wan, artêş û hêzên din ên ewlehî û polîsan êdî naxwazin şer bikin û ji bo parêzbendiyê li benda me ne.

Wekî ku min şeva borî got, ‘Niha dikarin bibin xwedî parêzbendî, paşê dê tenê mirinê bi dest bixin!’

Bi hêviya ku Pasdar û polîs bi awayekî aştiyane tev li welatparêzên Îranî bibin û wekî yekîneyekê bi hev re bixebitin da ku welat vegerînin wê mezinahiya ku heq dike.

Divê ew pêvajo di nêzîk de dest pê bike, ji ber ku ne tenê mirina Xamineyî, welat jî di nava tenê rojekê de gelekî hatiye wêrankirin û heta tunekirin.

Lê belê, bombebarana giran û nuqte-bi-nuqte, dê seranserê hefteyê yan jî heta ku ji bo gihîştina armanca me ya AŞTIYA LI SERANSERÊ ROJHILATA NAVÎN Û BI RASTÎ JÎ LI CÎHANÊ pêwîst be, bê navber bidome!

Ji bo bala we ya li ser vê mijarê spas dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst