Îranê 25 caran êrişî Îsraîlê kir

1 demjimêr berê
Nîşan Îran Îsraîl Amerîka Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, Tehranê bersiv da û şeva borî bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê bi şev 25 pêlên êrişê pêk anîne.

Hat diyarkirin ku di êrişan de nêzîkî 150 mûşekên balîstîk û bi dehan dronên kamîkaze hatine bikaranîn.

Li gorî amarên destpêkê, 3 kesan canê xwe ji dest daye û 89 kes jî birîndar bûne.

"Sîstemên parastinê ketin dewrê"

Êrişên Îranê heta derengê şevê berdewam kir.

Bi taybetî bakurê Tel Evîvê û herêma Aşkelonê ya li başûrê welêt bûn hedefa mûşekan.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku piraniya mûşekan ji aliyê sîstemên "Qubeya Hesinî" (Iron Dome), "Dawûd" (David's Sling) û "Arrow"ê ve hatine îmhakirin.

Lê belê parçeyên mûşekan û yên ku ji sîstema parastinê filitîn li hinek cihên niştecihbûnê ketin û bûne sedema xisareke mezin.

3 mirî û 89 birîndar

Servîsa Bilez a Îsraîlê (Magen David Adom) ragihand ku di encama êrişan de 3 kesan canê xwe ji dest daye.

Hat zanîn ku ji miriyan 2 kes sivîl in û yek jî peywirdarê ewlehiyê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, piraniya mirin û birîndarbûnan ji ber parçeyên mûşekên ku li hewayê hatine îmhakirin çêbûne.

Ji ber dengê naqosan û panîka xelkê ya revînê 89 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku rewşa 12 birîndaran giran e.

Avahî û otomobîlan zerer dît

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin de tê dîtin ku parçeyên mûşekan li kolanan ketine.

Gelek otomobîl şewitîne û nayên bikaranîn.

Li bakurê Îsraîlê avahiyeke 9 qatî bû hedefa parçeyên mûşekan.

Her wiha li Tel Evîv û Aşkelonê binesaziya enerjiyê zerer dît û li hinek deveran elektrîk qut bû.

Tîmên agirvemirandin û rizgarkirinê li cihên bûyerê xebatên xwe didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst