Medyaya Îsraîlê: Rayedarên payebilind ên Îranê hatin hedefgirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Îranê Tehranê teqînên nû çêdibin.

Medyaya Îsraîlê îdia kir ku di êrişan de rayedarên payebilind ên Îranê hatine hedefgirtin.

Hat eşkerekirin ku êrişa "rêlibergirtinê" a Îsraîlê ya li ser Îranê, encama plansaziyeke bi mehan a bi Amerîkayê re ye.

Her wiha hat ragihandin ku di êrişan de ne tenê navendên nukleer an leşkerî, malên serkirdeyên Îranê û tesîsên serokomariyê jî bûne hedef.

"Operasyoneke hevpar a bi Amerîkayê re"

Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku êriş bi koordînasyoneke tam a bi Washingtonê re tê kirin.

Rayedarekî payebilind ê parastinê ji televîzyona Kanal 13ê ya Îsraîlê re got:

"Ev operasyoneke hevpar e ku berhema xebateke bi hûrgilî ya çend mehî ya Îsraîl û Amerîkayê ye."

"Malên serkirdeyan jî hatin hedefgirtin"

Kanal 12a Îsraîlê jî îdia kir ku êrişan ne tenê navendên nukleer û leşkerî, malên serkirdeyên Îranê û tesîsên serokomariyê jî kirine hedef.

Her wiha hat diyarkirin ku cihên avêtina mûşekan ên ku Îranê dikarîbû bi wan êrişî Îsraîlê bike, hedefên sereke bûne.