Medyaya Amerîkayê: Ji dehan xalan ve êrişî Îranê tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya New York Timesê ya Amerîkayê ragihand ku Amerîka beşdarî êrişên li ser Îranê dibe û ji dehan pêgeh û xalên li Rojhilata Navîn ve êriş tên kirin.

Rojnameya Amerîkayî diyar kir ku piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji dan û standinên têkildarî bernameya nukleer a Îranê bê hêvî bû, van êrişan dest pê kiriye.

Êriş ji kû derê tên kirin?

Rayedarekî Amerîkayî ragihand ku dehan êrişên Amerîkayê bi rêya wan balafirên şer li ser armancên li nav Îranê tên kirin.

Ew balafir li baregehên leşkerî yên li Rojhilata Navîn û li ser çend keştiyên balafirhilgir hatine bicihkirin.

Pêvajoya dîplomasiyê têk çû

Steve Witkoff û Jared Kushner roja pêncşemê ya hefteya borî li Cenevreyê bi rayedarên Îranê re civiyabûn.

Lê belê Trump roja înê ragihandibû ku ew ji arasteya dan û standinan "ne kêfxweş e."

Trump: Çekên xwe deynin, em dawî li vî rejîma hov tînin

Li hêla din, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî fermî ragihand ku artêşa Amerîkayê li nav axa Îranê dest bi "operasyonên şer ên berfireh" kiriye.

Trump bangî artêşa Îranê kir ku çekan deynin û ji gelê Îranê re jî got, "Hikûmeta xwe bi dest bixin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê "Truth Social"ê peyameke vîdeoyî belav kir.

Trump diyar kir ku ji bo parastina gelê Amerîkayê, armanca wan ji holê rakirina "gefên nêzîk" ên rejîma Îranê ye.