Netanyahu: Dema wê hatiye ku Kurd, Fars, Belûç û Azerî zincîrên zilmê bişikînin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Amerîka Îsraîl Îran Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wan bi Amerîkayê re dest bi operasyoneke leşkerî ya hevbeş a li dijî Îranê kiriye.

Netanyahu diyar kir ku armanca van êrişan bidawîanîna “gefa” desthilata Îranê ye.

Her wiha da zanîn ku ew dixwazin derfetekê bidin pêkhateyên Îranê da ku çarenivîsa xwe diyar bikin.

Serokezîriya Îsraîlê îro gotareke Benjamin Netanyahu belav kir.

Netanyahu li gel ragihandina destpêkirina êrişê, spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Netanyahu ji bo rola Trump a di vê operasyona bi navê "Lion’s Roar" (Nirîna Şêr) de got, “Serkirdayetiya dîrokî.”

“Rê li ber çeka nukleerî tê girtin”

Netanyahu diyar kir ku ev gav ji bo rêlibergirtina çekdarbûna bi çeka nukleerî ya Tehranê ye.

Serokwezîrê Îsraîlê di gotara xwe de got:

“Bi dehan sal in berpirsên Îranê dirûşmên ‘Mirin ji bo Îsraîlê û mirin ji bo Amerîkayê’ dibêjin. Xwîna me rijandine, gelek Amerîkî kuştine û gelê xwe jî komkuj kiriye.”

Peyama ji bo Kurd û gelên din

Serokwezîrê Îsraîlê peyamek arasteyî pêkhateyên Îranê kir û got:

“Ji bo hemû pêkhateyên gelê Îranê; Fars, Kurd, Azerî, Belûç û Ehwaziyan dem hatiye ku zincîrên zordariyê bavêjin û azadî û nirxên aştiyane bînin Îranê.”

Deqa axaftina Netanyahu wiha ye:

"Xwişk û birayên min, welatiyên Îsraîlê; tenê demjimêrek beriya niha Îsraîl û Amerîkayê ji bo jinavbirina gefên rejîma terorîst a Îranê dest bi operasyonekê kir.

Ez spasiya dostê me yê mezin Serok Donald Trump dikim ji bo vê serkirdayetiya dîrokî.

47 sal in rejîma ayetulayan dirûşmên 'Mirin ji bo Îsraîlê' û 'Mirin ji bo Amerîkayê' dibêjin. Wan xwîna me rijandiye, gelek Amerîkî kuştine û gelê xwe jî komkuj kiriye.

Qedexe ye ku ev rejîma terorîst û kujer xwe bi çekên nukleerî biçek bike ku rê bide wê gefê li hemû mirovahiyê bixwe.

Operasyona me ya hevbeş dê rewşekê ji bo gelê wêrek ê Îranê biafirîne da ku çarenivîsa xwe bigirin destê xwe.

Ji bo hemû pêkhateyên gelê Îranê; Fars, Kurd, Azerî, Belûç û Ehwaziyan dem hatiye ku zincîrên zordariyê bavêjin û azadî û nirxên aştiyane bînin Îranê.

Welatiyên Îsraîlê, ez daxwazê ji we dikim ku guh bidin rênîşandanên Fermandariya Eniya Navxwe.

Di rojên bê de, di dema Operasyona Kûrena Şêr de, tê xwestin ku em aram bin û xweragiriya manewî nîşan bidin.

Em bi hev re disekinin, bi hev re şer dikin û bi hev re nemiriya Îsraîlê misoger dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst