Qeter: Me mûşekeke Îranê xist xwarê
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Îranê wekî bersiva êrişên Amerîka û Îsraîlê dest bi êrişa mûşekên balîstîkî ya li Îsraîlê kir, Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand ku wan mûşekeke Îranê xistiye û qada xwe ya asmanî girtiye.
Li gorî zanyariyan, Wezareta Parastinê ya Qeterê daxuyand ku mûşekeke Îranê ji aliyê sîstema parastinê ya Patriotê ve hatiye bêbandorkirin.
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê
Dema ku proseya dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de didomiya, Îsraîl û Amerîkayê berê sibehê bi awayekî hevpar êrişî Îranê kir.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê dest bi êrişa li ser Îranê kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kir ku wan li dijî Îranê dest bi "operasyoneke mezin" kiriye.
Bajarên ku bûn hedef
Di çarçoveya êrişan de Tehrana paytext, Îsfehan, Kerec, Qûm, Tewrîz, Bûşehr, Kirmaşan û Îlam hatin hedefgirtin.
Îsraîl û Îranê qadên xwe yên asmanî girtin, li seranserê Îsraîlê rewşa awarte hat ragihandin û zengilên hişyariyê lê dan.
Beriya êrişên bersivdayînê yên Îranê hişyarî hatin dayîn ku xelkê Îsraîlê herin sitargehan.