Îran: Her baregeha ku alîkariyê bide dê bibe hedef

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sererkaniya Giştî ya Îranê Ebulfezl Şîkarçî ragihand, her baregeha ku alîkariyê bide êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê, dê ji aliyê wan ve bibe hedef.

Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, Şîkarçî li ser êrişên Îsraîl û Amerîkayê daxuyanî da.

Şîkarçî diyar kir ku ew dê derseke wisa bidin Îsraîl û Amerîkayê ku "di dîroka xwe de ti carî nedîtiye” û got:

"Her baregeha ku alîkariyê bide Amerîka û Îsraîlê, dê ji aliyê Îranê ve were hedefgirtin."

Êrişên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê

Dema ku pêvajoya dan û standinan a di navbera Îran û Amerîkayê de didomiya, Îsraîl û Amerîkayê berê sibehê êrişên hevbeş birin ser Îranê.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku wan li dijî Îranê "êrişeke rêlibergirtinê" daye destpêkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kir ku wan li dijî Îranê "operasyoneke mezin" daye destpêkirin.

Bajarên ku hatine bombebarankirin

Di çarçoveya êrişan de bajarên Tehran, Îsfehan, Kerec, Qum, Tebrîz, Şîraz, Bûşehr, Kirmaşan û Îlam hatinê hedefgirtin.

Îsraîl û Îranê qada xwe ya asmanî girt.

Li seranserê Îsraîlê "rewşa awarte" hat ragihandin û dengê naqosên hişyariyê hat bihîstin.

Beriya êrişên Îranê yên bersivdayînê, ji bo xelkê Îsraîlê hişyarî hatin dayîn ku herin stargehan.

Îranê baregehên Amerîkayê yên li herêmê hedef girtin

Artêşa Îranê ragihand ku wan di bersiva êrişên Amerîka û Îsraîlê de, bi dehan mûşekên balîstîk û dronan êrişî Îsraîlê kiriye.

Îranê bi êrişên mûşekî bi awayekî hevwext baregehên Amerîkayê yên li welatên wekî Behreyn, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat), Kuweyt, Qeter û Urdinê hedef girtin.

Hat ragihandin ku baregeha deryayî ya Amerîkayê ya li Behreynê jî bûye armanca êrişan.