Îsraîl û Amerîka êrişî Îranê dikin: Şer gur dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî demjimêr 09:00ê sibehê ya îro bi êrişa Îsraîl û Amerîkayê ya li çend baregeh û navendên ewlehî û leşkerî, şerê duyem ê di navbera Îran û Amerîka/Îsraîlê de dest pê kir.
Hikûmet û hêzên leşkerî yên Îranê heta niha bi awayekî fermî navê cihên ku bûne hedef belav nekirine. Her wiha ziyanên xwe jî ranegihandine.
Armanca êrişên Amerîka û Îsraîlê
Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, di destpêka êrişan de Ofîsa Rêber, saziya Serokkomariyê, Wezaretên Îtilaat, Parastin û Teknolojiya Zanyariyan hatine hedefgirtin.
Her wiha baregeh û navendên pîşesazî yên leşkerî, nukleerî û mûşekî, ofîs û cihên manê yên fermandarên bilind ên artêş û Supaya Pasdaran, Rêxistina Enerjiya Atomê û avahiya Dadweriya Îranê jî bûn armanca êrişan.
Êriş bi lêdana çend armancên li derdora Kolana Cimhûriyê ya Tehranê dest pê kirin.
Ew kolan li navenda Tehranê ye û cihekî girîng ê aborî û bazirganî ye lê diyar nîne bê kîjan kes û sazî hatine hedefgirtin.
Piştre li çend armancên li derdora Kolana Pastorê hatin dayîn.
Ofîs û cihê mana Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û saziya Serokkomariya Îranê li nêzîkî wê kolanê ne.
Ofîsa Serokkomar hat lêdan
Hedefgirtina ofîsa Serokkomarê Îranê bi awayekî fermî hat piştrastkirin.
Alîkarê Cîbicîkar ê Serokkomarê Îranê Mihemed Cefer Qaîmpena got ku ti ziyan negihiştiye Mesûd Pizîşkiyan.
Medyaya Îranê spart Pêwendiyên Giştî yên Dezgeha Dadê ya Îranê û belav kir ku Serokê Dezgeha Dadê Xulamhusên Muhsînî Êjeyî bi silamet e.
Her wiha çend cihên li nêzîkî Pira Seyîd Xendanê ya li Herêma 3yemîn a Tehranê jî hatin bombebarankirin.
Hinek navendên fermandariya Supaya Pasdaran, hinek beşên Wezareta Parastinê, Wezareta Pêwendiyan û her wiha Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê li derdora Seyîd Xendanê nê.
Li Taxa Çîtgerê ya navenda Tehranê jî çend cih hatin hedefgirtin.
Li Demawenda nêzîkî Tehranê jî baregeheke leşkerî ya Supaya Pasdaran hat lêdan.
Her wiha li Taxa Narmekê cih û warên leşkerî hatin bombebarankirin.
Komelgeha Pîşesaziya Leşkerî ya Parçînê ya li başûrê rojhilatê Tehranê jî bû armanc.
Li Parçînê ji xeynê baregeha nukleerî, kargeha çêkirina çekan û navenda lêkolînên leşkerî ya Wezareta Parastinê hene.
Li gorî wêne û vîdeoyên hatine belavkirin, dûmaneke zêde ji wan cihên hatine hedefgirtin bilind dibe.
Lê heta niha qebareya ziyan û zereran bi awayekî fermî nehatiye ragihandin.
Li Rojhilatê Kurdistanê baregehên leşkerî hatin hedefgirtin
Li aliyên din, ji xeynî Tehranê, li parêzgehên Loristan, Kirmaşan, Sine, Îsfehan, Qûm, Elburz (Kerec), Azerbaycana Rojhilat (Tewrêz), Çabehara Sîstan û Belûçistanê, Bender Ebas û Kîşa Hurmuzganê, Erdebîl û Farsê gelek cih hatin hedefgirtin.
Baregehên parastina asmanî, yên mûşekî, leşkergehên Supaya Pasdaran û depo û cebilxaneyên hêzên leşkerî bûn armanc.
Lêdana baregehên Hêza Asmanî, balafirgeh, parastina asmanî û Supaya Pasdaran a li Tewrêzê û Balafirgeha Girava Kîşê hatin piştrastkirin.
Karesata li dibistana keçan: 50 mirî
Li bajarê Mînabê yê parêzgeha Hurmuzganê dibistaneke keçan hat bombebarankirin.
Heta niha mirina zêdetirî 50 xwendekarên seretayî hatiye piştrastkirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî çend baregehên leşkerî yên li Urmiye, Kirmaşan, Kengewer, Dêlorana Îlamê, Sine, Kamyaran û Xuremabadê hatin hedefgirtin.
Li Kengewerê baregeheke mûşekî û li Urmiyeyê jî Baregeha Leşkerî ya El Mehdî ya Supaya Pasdaran hatin lêdan.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de bangî xelkê Îranê kir ku ji cih û herêmên leşkerî dûr bikevin.
Di hesabê fermî yê Artêşa Îsraîlê yê li ser tora civakî Xê de wiha hat gotin:
"Hişyariya lezgîn ji bo hemû wan kesên ku li nav an derdora pîşesaziyên leşkerî û binesaziya leşkerî ya seranserê Îranê ne.
Hûn li nêzîkî sazî û cihên leşkerî yên metirsîdar in û em daxwazê ji we dikin ku bilez ji wan deran dûr bikevin."
Banga terikandina Tehranê li xelkê tê kirin
Sê demjimêr piştî destpêkirina êrişan, Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di daxuyaniya xwe ya jimare yek de ragihand ku li gorî zanyariyan dê êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Tehran û çend bajarên din berdewam bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan amadekariyên pêşwext ji bo vê êrişê kirine û hêzên çekdar ên Îranê dê bersiveke tund bidin êrişa Amerîka û Îsraîlê.
Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ragihand ku dibistan û zanîngeh hatine girtin.
Encumenê her wiha bangî xelkê kir ku eger derfeta wan hebe bila Tehranê biterikînin û biçin bajarên din da ku ziyan negihe wan.
Karmendekî hikûmetê yê li Tehranê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, beşek ji karmendên hikûmetê û sektora taybet cihên karên xwe vala kirine.
Wî karmendî got, "Tu bi kê re diaxivî nêta wî ew e ku ji Tehranê derkeve."
Ajansa Tesnîmê ya nêzîkî Supaya Pasdaran belav kir, hêzên Besîcê yên girêdayî Supayê ve kontrola ewlehiyê ya hemû herêmên Tehranê xistiye destê xwe û hêzên wan li nav taxan digerin.
Êrişa sîber û sînordarkirina înternêtê
Li gorî rapora medyayên fermî yên Îranê, hevdemê êrişa leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê, êrişeke berfireh a sîber (elektronîk) li ser saziyên wî welatî hatiye kirin.
Hinek malperên fermî hatine hakkirin ku di nav wan de IRNAya ajansa fermî ya hikûmeta Îranê jî heye.
Piştî destpêkirina şer, hikûmeta Îranê gihîştina înternêtê sînordar kir.
Saziya NetBlocksê ku çavdêriya gihîştina înternêta azad a li welatên cîhanê dike ragihand:
"Piştî destpêkirina êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê, gihîştina înternêtê li wî welatî gelekî sînordar bûye û nêzîkî qutbûna temam bûye."
Êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê di demekê de ye ku nûnerên Tehran û Washingtonê hefteyên borî bi navbeynkariya Omanê çend caran civiyabûn.
Armanca wan ew bû ku li ser pirsa mûşekî, nukleerî û hêzên girêdayî Tehranê yên li welatên herêmê li hev bikin.
Trump: Mirin li benda we ye
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ragihandina êrişa welatê xwe ya li ser Îranê got, ew êriş encama têkçûna dîplomasiyê ye û Tehranê hemû derfet red kirine.
Trump bangî hêzên çekdar ên Îranê kir ku çekan deynin û got eger wisa nekin "mirin li benda wan e."
Îranê wekî bersivdayîna êrişê, bi mûşekan êrişî çend armancên li Hewlêrê, welatên herêmê û Îsraîlê kir û ragihand ku ew dê hemû baregehên Amerîkayê yên li herêmê bikin hedef.